Rojnamevanên li Xezayê qetilkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin

Li Xezayê bi dehan rojnamevan û nûnerên rêxistinên medyayê qetilkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin û daxwaza parastinê kirin. Xebatkarên çapemeniyê, diyar kirin ku ragihandina heqîqetê bûye xetereyek rojane ku gef li jiyanê dixwe.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Îro li Xezayê bi dehan xebatkarên çapemeniyê, ji bo şermezarkirina ‘qirkirina pîşeyî û mirovî’ ya ku rojnamevanên Xezayê bi zanebûn ji aliyê hêzên Îsraîlê ve tên hedefgirtin, xwepêşandanek li dar xistin. Rojnamevanan, daxwaz kirin ku civaka navneteweyî tedbîrên parastinê yên lezgîn bigre û van sûcan rawestîne.

Rojnamevanên beşdarê xwepêşandanê bûn, bûyerên li Xezayê wekî ‘qirkirinek pîşeyî” bi nav kirin û diyar kirin ku armanca êrîşan veşartina heqîqetê û jêbirina hefizeya gelê Filistînê ye. Rojnamevanan, daxwaza lêpirsînek navneteweyî, darizandina sûcdaran û derxistina biryarên girêdayî yên ku êrîşên li dijî xebatkarên medyayê sûcdar dikin, kirin.

Rojnamevanan, diyar kirin ku êdî kameraya jî tên hedefgirtin û pênûs jî mîna sûc tên hesibandin û gotin ku ragihandina rastiyê bûye serpêhatiyek ku her roj jiyana wan dixe nava xetereyê. Rojnamevanan, daxwaz kir ku komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe bê damezrandin û hedefgirtina rojnamevanan ji aliyê Dadgeha Cezayê Navneteweyî ve mîna sûcek şer bê hesibandin.

‘Rojnamevanek tê qetilkirin, hemû cîhan temaşe dike’

Rojnamevan Muna Bakr a di xwepêşandanê de wiha axivî û trajediya jiyan kirine bi van gotinan vegot: “Rojnamevanek Filistînî di weşanên zindî de tê qetilkirin û li ber çavê cîhanê tê şewîtandin. Ev ne tesaduf e; ev yek polîtîkayek e ku heqîqet û qirkirinê vedişêre. Êdî ragihandina nûçeyan ne tenê erkek neteweyî ye, têkoşîna li jiyanê mayîn e.”

Muna Bakr, destnîşan kir ku Îsraîl bi awayekî pergalî rojnamevanên ku sûcan belge dikin hedef digre û bang li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn lêpirsînek bide destpêkirin. Muna Bakr, her wiha bang li NY’ê û Konseya Ewlekariyê kir ku li gorî Peymanên Cenevreyê parastina qanûnî ya xebatkarên çapemeniyê mîsoger bike.

‘Ev şermek mirovahiyê ye’

Endama Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan Daliya el-Afîfî jî, diyar kir ku Îsraîlê li ber çavê cîhanê kuştina rojnamevanan didomîne û lêbelê li dijî van êrîşan tu bertekek navneteweyî nehatiye dayîn. Daliya el-Afîfî, bûyerên hatine jiyîn, mîna ‘şerma mirovahiyê’ bi nav kir.

Daliya el-Afîfî, wiha got: "Tişta ku em dixwazin mafên me yên herî bingehîn e; em dixwazin mîna rojnamavanên din ên cîhanê karê xwe bikin. Lê jiyana me di bin xeteriyek mezin de ye.”

Daliya el-Afîfî, bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û federasyonên rojnamevanan kir ku li ser hikûmetan û NY’ê zextê bikin ku ji bo xebatkarên çapemeniyê yên li Xezayê mekanîzmayên parastina awarte ava bikin.

‘Meryem di dîroka çapemeniya Filistînî de sembolek e’

Her wiha di xwepêşandê de rojnamevan Meryem Ebû Dakka ya di êrîşa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneya Nasir de hate qetilkirin jî hate bibîranîn. Beşdarvanan, wiha gotin: "Meryem di dîroka çapemeniya Filistînî de sembolek e. Meryem, du salan bênavber nûçeyan çêkir û di nava şer de jî gav paşve neavêt. Meryem, şahida rastiyê bû."
Endama Sendîkaya Rojnamevanan Sabrîn el-Herazin jî, diyar kir ku ev xwepêşandan ji bo şermezarkirina ‘qirkirina pîşeyî û mirovî’ ya li dijî rojnamevanan li Xezayê hatiye li dar xistin û got: "Li seranserê cîhanê rojnamevan di bin parastina hiqûqî û civakî de dixebitin. Lê li Filistînê, rojnamevan bi xwînsarî tên qetilkirin. Ev yek jî bêdengiya civaka navneteweyî eşkere dike."
Sabrîn el-Herazin, destnîşan kir ku Meryem Ebû Dakka ne tenê rojnamevanek bû, ji bo çapemeniya neteweyî windahiyek mezin e. Sabrîn el-Herazin, bi bîr xist ku Meryem di heyama şer de gurçikek xwe daye bavê xwe yê nexweş û ji bo pîşeya xwe pêkbîne, kurê xwe şandiye derveyî welat.
Sabrîn el-Herazin, bang li saziyên Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo hesabdayîna sûcdaran biryarên bandor bigre û got: “Êdî ne tenê daxuyaniyên şermezarkirine, pêdivî gavên siyasî û qanûnî yên berbiçav heye. Bêcezatiya van êrîşan, sedema herî mezin a zêdebûna sûcên Îsraîlê ye.”