Navenda Nûçeyan- Di 23’ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de bi ser gelek malan de hate girtin û 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin. Ji rojnamegeran nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat di 26’ê Nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Rojnameger Esra Solîn Dal ji roja hatiye girtin heta niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yekkesî ya 6 metrekareyan de tê ragirtin. Hat zanîn ku Esra Solîn Dal ji bo derbasî qawîşê bibe daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re şandine lê heta niha jî tu daxwaznameyên wê nehatine bersivandin.




