Rojnamevan 3 roj in di binçavan de tên ragirtin
Li Amedê 20 jê rojnameger 21 kesên ku di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, 3 roj in di binçavan de tên ragirtin.
Amed - Di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 21 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Rojnamevan 3 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Parêzeran, duh êvarê bi rojnamevanan di binçavan de hevdîtin kirin. Hate hînbûn hêj karûbarên îfade girtina rojnamevanan nehatiye destpêkirin û biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de berdewam dike.
Navên rojnamevanên di binçavkirin de tên ragirtin wiha ne: Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk.