Rojnamegerên jin ên hatin girtin: Em ê rastiyan binivîsin

Rojnamegerên jin ên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin diyar kirin ku ew ê di her şert û mercî de nivîsandina rastiyê bidomînin û gotin, "Em şopdarên Gurbetellî Ersoz in."

Navenda Nûçeyan – Gerînendeya Weşana Giştî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînli û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznur Deger ên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de di 29'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, bi hinceta hatin binçavkirin. “endamtiya rêxistina terorê” bi rêya parêzerên xwe ji girtîgehê peyam şand.

Rojnamegerên jin ên bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin di peyama dan de wiha gotin: 

Habibe Eren: Di 99'emîn salvegera Komarê de wekî mîzansenekê ez bi hevalên xwe re hatim girtin. Ev girtin ne yekem e û ew ê nebe ya dawî jî. Ji bo me dîrok ne tenê ji dubarekirinê re pêk tê. Ji roja em vê pîşeya xwe didomînin em bûn şahidê gelek tiştan. Me dît polîsên îşkencekar me jî bi îşkenceyê kir bin çavan. Em ê wekî jin nivîsandina heqîqetê bidomînin. Bi hêviya hevdîtina di rojên azad de. Em baş in, moralê me baş e, ez her kesî bi coş silav dikim. 

‘Wê çapemeniya azad bêdeng nemîne’

Bêrîvan Altan: Armanca wan ew e ku rojnameger û çapemeniya azad bêdeng bikin. Lê belê Çapemeniya Azad a ku ji salên 90'î tevî bersûcên kiryarên wan ne diyar jî karê xwe dewam dikin nikarin bêdeng bên hiştin. Wan 9 hevalên me yên rojnameger girtin lê belê em ê bi dehan hevalên xwe yên nû re kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin."

Oznur Deger: Kevneşopiya çapemeniya azad bi kuştin, girtin, zextan jî heta roja îro nivîsandina heqîqetê dewam kiriye. Em bermahiyên Gurbeteli Ersoz in, ew ê çar dîwar nikaribe pênûsên me ji destên me bigirin û wê çapemeniya azad bêdeng nemîne.

‘Me serî netewand em natewînin’

Ceylan Şahinli: Mekana em lê ne nikare ji karê me yê rojnamegeriyê re bibe asteng. Em ê wekî bermahiyên Mûsa Anter ji cihê maye bidomînin. 

Diren Yurtsever: Sedema girtina me ji ber em rojnameger in. Tiştê em dikin ne parastina xwe ye parastina rojnamegeriyê ye. Hêviya me ji her aliyî ew e ku xwedî li rojnamegeriyê derkevin. Operasyonek algiyê tê meşandin. Lê tiştê di rastiyê de tê xwestin bê kirin tê xwestin ser rastiyê bê girtin. Dema me kirin bin çavan xwestin serê me bitewînin. Me serî netewand em natewînin. Em di rojnamegeriya heqîqetê de israr dikin. Em dibêjin çapemeniya azad nikare bêdeng bê hiştin. Moralê me baş e. Em ji her kesên piştgirî dane re spas dikin. Em li ku derê bin jî em ê nivîsandina xwe bidomînin.