Rojnamegerên di bin çavan de tên girtin pêyam dan

Rojnamegerên ku bi rêya parêzerên xwe pêyam şandin gotin ‘Em li ser lingan e’ û banga piştgiriyê kirin.

Amed – Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk ji 8’ê Hezîranê heya niha di bin çavan de tên ragirtin. Digel berdewamkirina biryara ‘sînordarbûnê’ ya di dosyaya rojnamegeran de, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk bi rêya parêzerên xwe pêyam şandin.

“Desthilat û daraz, nikare pîşeyên me diyar bike”

Gulşen Koçuk da zanîn ku  ew ji van êrişên li hemberî xebatkarên ragihandinê ne xerîb in û di pêyama xwe de wiha got: “Ez dixwazim bêjim ku her çendî desthilat û daraz êrişî çanda rojnamegeriya azad bike jî em li ser lingan e. Em hêza xwe ji rastiyan digrin. Desthilata AKP-MHP bi sepanên xwe yên bi daraza xwe ya heyî pêk tîne, nikare li pêşiya pîşeyên me bibe asteng. Em rojnameger in. Desthilat û daraz nikare pîşeyên me diyar bike. Nikarin biryar bidin ka em rojnameger in an na. Bi gotinên wan em ji rojnamegertiyê dernakevin. Rojnamegertiya jin imze avêtiye gelek tiştan. Jinnews li Tirkiyê û Rojhilata Navîn ajanseke bibandor e ku rojnamegeriya jinê dike. Sedema vê operasyonê jî ev e. Ez car dixwazim bal lê bikşînim, rêya em tê de dimeşin rêya rast e.”

“Nikarin ragihandina azad bêdeng bikin”

Serdar Altan di pêyama xwe de destnîşan kir ku êriş li ser ragihandina azad e, desthilat dixwaze ser rastiyan bigre, bi vê awayê rastiyan ji gel veşêre û wiha got: “Desthilat li ser rastiyan digre û bi vê awayê hebûna xwe didomîne. Bi operasyonên bi vê awayê desthilata AKP-MHP bêhiqûqiyê, sepanên der mirovî yên pêk tîne dixwaze ji gel veşêre. Bi binçavkirin û girtina rojnamegeran, nikarin vê yekê asteng bikin ku gel ji rastiyan haydar be. Çanda rojnamegeriya azad bi van bêhiquqiyan nikare bê astengkirin. Çanda rojnamegeriya azad her tim rastiyan vegot û dê ji vir û şûnde jî rastiyan bêje. Rojnamegerî ne sûc e”.