Rojnameger Zeynep Durgut serbest hat berdan
Rojnameger Zeynep Durgut a 14’ê Sibatê hatî girtin û çar rojan dibin çavan de mayî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatî destpêkirin de, 14'ê Sibatê di serdegirtina malê de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut hat binçavkirin. Zeynep Durgut a çar roj li emniyetê ma duh derket dozgeriyê û ji wê jî sewqî edliyê kirin ji wê jî bi şertê qontrola edlî hat berdan.