Ji Qamişlo dîmenên rojgirtinê

Îro û piştî çar salan, li asîmanê bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtina rojê ango Kisûf, çêbû.

Qamişlo – Rojgirtin celebek girtina rojê ye ku dema dinya, heyv û roj hema hema rast bin û heyv di navîn de be ango di dema jidayikbûna heyva nû de dema ku ew di pêvajoya tevlibûnê de ye pêk tê. Destpêka meha heyvê ji bo ku heyv siya xwe davêje ser rûyê erdê û di vê rewşê de eger em li cihekî guncaw bin ji bo temaşekirina zeftbûnê em ê bibînin ku dîska tarî ya heyvê derbasî dîska ronak a rojê dibe.

Ev diyardeya ku ji çar salan carek çêdibe û pêk tê, îro li asîmanê bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Rojavayê Kurdistanê di saet 01:00’an de xuya kir. Hêjayî gotinê ye ku dê heta saet 03:22’an ev diyarde berdewam bike.