Roja cîhanî ya zarokên keç li Şengalê hat pîrozkirin
Roja cîhanî ya zarokên keç bi dirûşma “Keçikên îro pêşengên pêşerojê ne” bi riya semînerên li dijî tundiyê û pêşangeha wêneyan hat pêşwazîkirin.

Şengal – Di sala 2013’an de ji aliya Netewên Yekbûyî ve roja 11 Cotmehê weke roja cîhanê ya zarokên keç hat qebûlkirin. Pêşxistina vê rojê ji aliyê rêxistina Bilan ya Navnetewî ve bi armance parastina mafê keçikên di bin temena 16 salê de, di warê kar, xwendin, wekhevî û parastina wan ji zewaca zarokan û her cûre tûndiyê hate destpêkirin. Ev roj her sal di bin dirûşmeyên cuda cuda de û mijarên cuda li hin welatan tê pîroz kirin. Li Şengalê jî roja cîhanî ya zarokên keç li navçeya Sinûnê bi riya semîner û pêşengeha wêneyan hate pîrozkirin.
Bi amadebûna bi dehan jinên ciwan û nîşandane gelek wêneyên ku qala şîdet û berxwedaniya jinên ciwan dike, pîrozbahî hate destpêkirin.
Destpêkê sinevizyona li ser tekoşîna jinên ciwan ên Êzidî li hember hemû zor û zehmetiyên jiyanê hate pêşkêş kirin. Piştre panelekî ya nîqaşa vekirî der barê vê rojê, astengiyên ku jinên ciwan yên Êzidî rû bi ruyê wê tên, bi taybet jî hêza ku hişt jinên Êzidî fermana 2014’an derbas bikin û bibin hêzekî bi çek û li hember DAIŞ şer bikin, ji aliyê aktîvîstên sivîl, mamoste, wênexêzan û jinek ciwan a ji destê DAIŞ’ê rizgarbûye ve hate nîqaşkirin.
Di nîqaşan de bal li ser hêza jinên ciwan ên Êzidî ku îro li hemû qadên jiyanê de cihên xwe digrin û li hember neheqiyê jî serî rakirine kişandin, her wiha li ser berxwedaniya jinên Êzidî bi rê û rêbaza parastina qal kirin.
Piştî bi dawîkirina penala nîqaşê, kesên amadebûne pêşengehên wêneyên ku qala şîdet û berxwedaniya jinên Êzidî dike temaşe kirin.
“Min zimanê wêneyan hilbijart”
Çalakvan û wênexêz İlham Keleşo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew bi riya wênesaziyê dixwaze bal bikşîne ser tundiya ku jinên Êzidî ru bi ruyê wê hatine û got: “Ji zarokatiya xwe ve min wêne xêz dikir lê ne bi sîstematîk bû. Piştî fermanê tiştên ku jinên Êzidî jiyan kirin hişt ku ez zêde berê xwe bidim wêneyan û bi riya xêzkirina wêneyan êş û berxwedaniya jinên Êzidî nîşan bidim û bi her kesî re parve bikim.”
İlham Keleşo bûyera Axîna 6 salî bibîr xist û wiha pêl da axaftinên xwe: “Mijara Axîn mijarekî gelekî giran bû. Ev buyer tu car wê Şengalê rû nede, ji ber Êzidyên me ji derveyî Şengalê de dijîn ru bi ruyê buyerên wiha yên ne exlaqî ve tên. Roja îro bi giştî Îraq rewşekî ne aram de jiyan dike li her der kuştin, tecawizkirin heye, Şengal cihê herî bi ewle ye ji bo Êzidiyan.”
“Bi yekbûna jinan wê tundî bidawî bibe”
Endama ‘Mala bi hev re jiyan’ Afiya Şengalî jî qala armanca ji vê çalakiyê kir û got: “Ez vê rojê li hemû jinên ciwan yên cîhanê bi taybet ya Êzidiyan jî pîroz dikim. Me xwest em ji jinên ciwan re nîşan bidin ku piştevanên wan hene eger bixwezin karekî yan jî gavekî di jiyana xwe de bavêjin. Pêwîst e hemû jinên Êzidî bê çare nemînin. Li hember şîdetê bê deng nemînin. Pêwîste em bi yekîtiya jinên Êzidî yên ciwan heye. Berê her tiştî em bi hev re parastina hevdu bikin weke jin, da ku em rê li ber şîdetê bigrin.”