Roja 614’emîn: Dayika min li dijî neheqiyê nobedê digire

Malbata Şenyaşar a ku 614 roj in di Nobeda Edaletê de ye got, "Dayika min li dijî neheqiyê nobedê digire."

Navenda Nûçeyan – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 614’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Edaletê ku çar sal in qet nayê. Li qesra Edaletê ya Rihayê hêrs veguherî berxwedanê…Dayika min li dijî bêedaletiyê di nobetê de ye.”