Roja 583’emîn a nobeta edaletê
Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 583’emîn de didome. Malbatê li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal got: “Li Rihayê ne qanûn, ferman tên sepandin.”

Riha –Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ên di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 583’yemîn de didome. Malbat di saetên serê sibê de hat ber deriyê edliyeyê û li qada ku weke “Quncika Malbata Şenyaşar tê binavkirin” dest bi nobetê kir.
Vê carê jî bi wesayîtan dorpêç kirin
Li qada nobetê ku hefteyeke di bin dorpêçê de ye, bariyerên hesin hatin rakirin lê bi hinceta “cihê parkê ye” bi wesayîtan hate dorpêçkirin.
Bariyerên hesin ên danîbûn qada ku malbata Şenyaşar lê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne rakirin û şûna wê bi gotina “cihê parkê ye” wesayît lê bicihkirin. Dayika Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengkirinan dan û bi lêv kir ku wê çalakiya xwe bidomîne.
Blokên beton ên li ber edliyê zêde kirin
Li aliyê din hin blokên beton ên din li blokên beton ên li ber edliyeyê zêde kirin. Malbat kaxizên ku li ser “Edalet” dinivîsî û wêneyên ku di dema nobeta wan de hatine kişandin bi blokên li ber deriyê edliyeyê ve kirin û bertek nîşanî dorpêçê da. Emîne Şenyaşar, bi lêv kir ku tevî astengkirinan jî wê çalakiya xwe bidomîne. Malbatê kesên ku hatin ber deriyê edliyeyê û piştgirî dan malbatê têkildarî komkujiyê de agahdar kirin.
Endam û rêveberên Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Dîlok û Rihayê îro serdana malbatê kirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Bi fermana serdozger qada ku me lê nobet digirt, bi bariyerên polîsan hate dorpêçkirin. Di roja 7’an de bariyer hatin rakirin. Li Rihayê ne qanûn, ferman tên sepandin. Li Edliyeya Rihayê çi dibe? Em HSK’ê vedixwînin ku peywîra xwe bi cih bîne.”