Roja 565’emîn: Daxwaza dayikê ya ji bo edaletê dê bi ser keve

Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna edaletê 565 roj in didomîne, wiha got: “Tu tiştek naşibe dilê dayikan. Yên li hemberî vê hêzê disekinin dê winda bikin. Daxwaza dayikê edalet e û dê bi ser keve.”

Riha -  Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 565’emîn de ye. Malbatê ji ber edliye di dawiya hefteyê de girtî ye, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

 

Malbatê li ser hesabê xwe ya medyayê tevî wêneyê Emîne Şenyaşar ê di dema çalakiya Nobeta Edaletê de ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin ev parve kir: “Tê pirsîn bê ka tevî her heqaret, bêdengî û gefan jî ev dayik vê ezma berxwedanê û hêzê ji ku digre?’ Tu tiştek naşibe dilê dayikan. Yên li hemberî vê hêzê disekinin dê winda bikin. Daxwaza dayikê edalet e û dê bi ser keve.”