Roja 547’emîn: Her kes şirîkê vê zilmê ye

Malbata Şenyaşar 547 roj in li ber Edliyeya Rihayê li benda edaletê ye û bang li rayedaran dike.

Navenda Nûçeyan- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 547’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin ber Edliyeya Rihayê û di pêlekanên edliyeyê de dest bi nobeta xwe kirin

“Her kes şirîkê vê zilmê ye”

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê hesabê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir û ev parvekirin kir: “Di bin tabeleya edaletê de dayikeke ku 547 roj in destên xwe bilind dike û dilorîne heye. Her kesên li ser koltuxên xwe rûdinin, bi bacên me meaş digirin û tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne.”