Roja 482’emîn: Heya edalet pêk bê em ê têbikoşin

Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê bê navber dimeşîne. Ferît Şenyaşar di roja 482’emîn de weke mêvan beşdarî Kongra 5’emîn a HDP’ê bû.

Navenda Nûçeyan – Nobeta edlatê ya Emîne Şenyaşar a di encama êrişê xizm û parazvanên Wekîlê AKP yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û dû kurên wê jiyana xwe jidest dan û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû di roja 482’emîn de bê navber didome.

Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtiye Emîne Şenyaşar nobeta edlatê îro li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam dike û li ser navê malbata Şenyaşar îro Ferît Şenyaşar jî çalakiya xwe li 5’emîn Kongra HDP’ê ya weke mêvan beşdarî bû berdewam dike.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê pêyamê ragihand: “Îro weke mêvan em li kongra HDP’ê ne. Heya ku edalet pêk bê, em ê daxwazên xwe yên hiqûqî biqîrin û têbikoşin. Heq, hiqûq, edalet”.