Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 467’emîn de berdewam dike. Malbatê ji ber ku dawiya hefteyê ye û Edliyeya Rihayê girtî nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê peyamek belav kir û bal kişand ser têkoşîna edaletê ya domdirêj a Dayikên Şemiyê ku gihîşt hefteya 899’emîn û wiha got: “Tirkiye dewletek hiqûqê ye. Di dewleta hiqûqê de edalet mutleq e, em ê bi berxwedanê paşve bînin. Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”




