RJAK: Divê kuştina jinan were rawestandin

RJAK’ê derbarê kuştin û tundiya dijî jinan de daxuyaniyek nivskî weşand û diyarkir divê kuştina jinan were rawestandin û berê lûleya çekan bidin dijmin û dagirkeran.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) derbarê komkujî, kuştin û tundiya li dijî  jinan li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat li ser kuştina jinan a her ku diçe zêde dibe hat kişandin û wiha hate gotin: “Komkujiyên jinan Herêma Kurdistanê wêran dike û artêşa kujerên jinan civaka Başûrê Kurdistanê wêran dike. Divê ew artêş dijî dagirkeriyê parastina xak û nîştimaniyê bike, artêşek bê kar ya mêrtiyê, tenê karê kuştina jinan, bêrêzî û bazirganiya jinan, qelew dibe û civak xistiye nava xeteriyek mezin. Torên civakî sedemek ya lezkirina pêngava dijî jinan, nîşakirina fizîka jinan, danûstandin, bazirganîkirin û bikaranîna ji bo berjewendiyên mêrê birçiye. Lûleya çekên xwe dane jinan û di asta dagirkeran de serê xwe tewandine.”

‘Divê çek ji bo parastina xakê bê bikar anîn’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di bin navê namûsê de rojane jin tên kuştin û wiha dom kir: “Ji bo ku jinan ji rêya têkoşîna azadiya xak û nîştimaniyê dûrbixin, hemû cûreyên plan û siyasetê bikar tînin. Di bin navê namûsê de rojane jin tên kuştin, dema jin ji bo berjewendiyên xwe bikartînin, ji bo ku karê wan eşkere nebe bi çekên xwe dikujin. Pêwîst e ew çek ji bo parastina xakê bikaranîban, lê dema ku xezeba pere, mîrate, birsiyetiya madî di zihnê wande bicih dibe, êdî jin dibin hedefa çekên wan. Xwişk, dayik û hevjînên xwe bi asanî dikujin û kujer jî nayên cezakirin. Weke ku xaka xwe rizgar kiribin, bi kêfxweşî li ber çavê wan hemûyan digerin. Artêşa jinkuj metirsiya herî mezine li ser civakê. Li Hewlêr, Silêmanî û Iraqê jî di van çend rojên dawî de gelek jin bi navê namûsê hatin kuştin, ev jî li ser hemû jinan metirsiye, kuştina her jinek kuştina her yek ji me jinan e.

‘Bê deng nemînin’

Ji bo rawestandina kuştinên jinan em bang li hemû jinan dikin ku êdî bêdeng nemînin û helwestek dîrokî nîşan bidin. Erkê me rêxistinan jî hişyarkirin û jinê ji hemû cûrê kuştinan parastin e. Em hemû cûrên kuştinên jinan şermezar dikin. Bese ji jin kuştinê re, çekên xwe ji bo parastina nîştimaniyê bikarbînin.”