Rihan Loqo: Bi kujerên jinan re dê Sûriye ber bi xeteriyên mezin ve biçe

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo bal kişand amadebûna kujerê Hevrîn Xelef di kongreya ku li Şamê hat lidarxistin û got: “Ger ku bi van kujeran dewam bike, dê Sûriye ber bi xeteriyên mezin ve biçe. Divê radestî dadgehên navnetewî bê kirin.”

PERWÎN AMARA

Qamişlo – Bi hilweşandina rêjîma Baasê re, her ku diçe rewşa Sûriyê ber bi aloziyên mezintir ve diçe. HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) ya cîhadîst ku xwe li ser hişmendiya olperest ava kiriye, rojane tundî û kiryarên der mirovî li ser jinan zêdetir dike. Herî dawî jî di Kongreya ku di 29’ê Çileyê de li Şamê pêk hat de, gelek serokên çeteyên ku bi qetilkirina jinan tên naskirin, amade bûn. Hatîm Abû Şeqra yê ku kujerê siyasetmedara Kurd û Sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû jî, di wê Kongreyê de amade bû. Ev  yek ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve bi hêrsek mezin hat pêşwazîkirin. Tekildarî van mijaran û geşedanên ku li Sûriyê rû didin, berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo ji ajansa me ra axivî.

‘Ev kujer nehatin darizandin lê tevlî Kongreyê bûn’

Rihan Loqo di serî de Kongreya ku li Şamê hatiye lidarxistin şermezar kir û wiha got: “Di 29’ê Çileyê de li Şamê di bin navê serkeftinê de kongreyek hat lidarxistin. Di vê kongreyê de gelek serçeteyên dewleta Tirk  û gelek çeteyên ku destek didin wan, tevlî vê kongreyê bûn û bi desteka van çeteyan Colanî bû Serokê Sûriyê. Ev kesên ku di lîsta terorê de tên naskirin û kujerên jinan û civaka sivîl in, em wek rêxistina jinan, tevlîbûna wan a vê kongreyê şermezar dikin. Her wiha çeteyê bi navê Abû Emşa ku di dagirkirina Efrîn, Cerablûs û Helebê de ti kiryarên qirêj nema ku kir. Ji kuştin, destdirêjî, talankirin û qetilkirina jinan berpirsyar in. Van kesan li ber çavên tevahiya dinyayê ev kiryar pêk anîn û îro jî bi awayekî serbest, bêyî ku werin darizandin, di siyasetê de cîh digrin. Di vê kongrê de gelek çeteyên ku tên naskirin yên wek Hatîm Abû Şeqra ku wek kujerê Hevrîn Xelef tê naskirin jî, amade bûn.”

Rihan Loqo têkildarî mijarê got kujerên ku Hevrîn Xelef qetil kirine jî di wê Kongrê de amade bûne û wiha pê de çû: “Gelek jinên pêşeng yên wek Hevrîn Xelef ku ji bo jiyanek azad û pêşengiyê ji Sûriyeke demokratîk re dikirin, ji aliyê van çeteya ve hatin qetilkirin. Hevrîn Xelef bi dîmen li ber çavên tevahiya cîhanê hat qetilkirin. Lê dîsa jî îro bêyî ku ev çete werin darizandin, bi awayekî fermî tevlî kongrê dibin.”

‘Bi hilweşandina rêjîmê re xeterî li Sûriyê mezintir bûn’

Rihan Loqo da zanîn ku HTŞ dibêje şoreşa Sûriyê bi dawî bûye, lê rojane axa vî welatî tê dagirkirin û wiha pê de çû: “Gelê Sûriyê ev 13 sal in bê navber di hemû qadên jiyanê de ji bo jiyaneke azad û wekhev, li hemberî Rêjîma Baas têkoşiyan û berxwedaneke mezin meşandin. Rêjîma Baasê ya dîktator ku salên dirêj dîktatoriya xwe li ser gelê Sûriyê û pêkhateyên cûda  dimeşand, bi têkoşîna gelan hat hilweşandin. Bi hilweşandina Rêjîma Baasê re, HTŞ derbasî van herêman bû û gotin ku şoreşa Sûriyê bidawî bû. Niha jî di bin navê cûda de kongra serkeftinê li dar dixin. Dibêjin dagirkerî bi dawî bû, lê dewleta Tirk heta niha di herêmên me de ye. Rojane  dewleta Tirk bi balefirên şer êrîşî herêmên me dike. Di van topbaranan de, zarok, jin, ciwan tevahî civakê dide ber xwe û qetil dike. Di êrîşên li ser Tişrînê de gelek pêşeng û siyasetmedarên Kurd hatin hedefgirtin. Li herêmên mîna Minbic, Efrîn, Bab, Cerebsûs, Ezaz ev herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, rojane tundî û qetilkirin li ser jin û zarokan tê meşandin.”

‘Wê kujerên jinan nikaribin edaletê biparêzin’

Rihan Loqo di berdewama axaftina xwe de got ku kujerên jinan wê nikaribin edaletê biparêzin û wiha berdewam kir: “Ji roja roj de me qebûl nekiriye ku kujerên jinan bibin rêveberên welatan û helwesta hem her tim li beranberî van kesan heman tişt e. Kesên kujer wê bi çi edaletê vê axê biparêzin û bikevin ciyê biryara rêvebirinê? Kesên ku destê wan di xwîna bi sedan jin û zarokan de heye, wê çi demokrasiyê bi xwe re bîne? Divê ev kes yekser radestî dadgehên navneteweyî werin kirin. Ger ku bi van kujeran dewam bike, ewê Sûriye ber bi xeteriyên herî mezin ve biçe. Dîmenên ku rojane li Sûriyê derdikevin holê, li taxan digerin û cilên reş li hemû jinan dikin. Bi vê hişmendiyê dixwazin pergaleke ku jin tê de kerr, kor û lal be, ava bikin. Pergala HTŞ’ê bi vê hişmendiyê jinan ji qadên jiyan û tekoşînê dûr dixe.”

Bi hişmendiya olperest jinan ji têkoşînê dûr dixin’

Rihan Loqo anî ziman ku li seranserî Sûriyê ji bo jinan rojane yasayên dermirovî tên derxistin û wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreşa jinan a ku bi salan e em pêşengtiya wê dikin, li hemberî van olperestan nû destpê dike. Her tim dirûşma me ew e ku em li hemberî hişmendiya olperest, zayendperest û netewperestan bê deng namînin. Ev ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em rojane dibînin ku li seranserî bajarên Sûriyê jin radibin ser piyan, bertek nîşanî vê pergalê didin û vê pergalê qebûl nakin. Ji dîrokê heta îro me li hemberî vê hişmendiyê tekoşîn kiriye û wê ji vir û şûnda jî ev tekoşîna me bi rengekî herî xurttir dewam bike ku ev kujer nebin xwedî vî welatî.”

‘Wê bi tekoşîna hevpar kujer werin darizandin’

Rihan Loqo herî dawî jî got ku ew bang li tevahî kesên ji bo demokrasî û wekheviyê têdikoşin dikin ku bi hev re van kujeran radestî dadgehan bikin. Rihan Loqo axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di van demên dawî de me ji bo jinan gelek komxebat, rêzeçalakî û şêwir lidar xistin. Di van xebatan de gelek nêrînên girîng ji bo pêşeroja jinan derketin holê ku jin çawa bikaribe di nava vê pergalê de bi îradeya xwe jiyan bike. Divê di Sûriya nû de jin ciyê xwe di siyaset û cihên biryar dayînê de bigrin û pergala hevserokatiyê esas were girtin. Bangawaziya me ji bo tevahî kesên azadîxwaz, demokrat û sosyalîst e; em bi tekoşîna hevpar û bi yekîtiya jinan dawî li vê hişmendiya mêrperest bînin. Ji bo ku em bikaribin bi tekoşîna xwe van serçeteyan radestî dadgehan bikin.”.