Kongra Star: Gelê Kurd dê dengê nerazîbûnê li hember êrîşan bilind bikin

Koordînasyona Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wan PDK’ê şermezar kirin û bang li gelê Kurd kir ku helwesta xwe li beramberî êrîşan nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike. Heta niha jî şer bi awayekî dijwar dom dike. Li beramber van êrîşan nerazîbûn û çalakiyên Gelê Kurd li her aliyên Kurdistanê û derveyî welat dewam dike. Koordînasyona Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî nivîskî vê êrîşî şermezar kir û bang li Gelê Kurd kir ku li dijî van êrîşan rabin serhildanê.

“Dewleta tirk dixwaze kurd bi destê kurdan qetîl bike”

Di daxuyaniyê de îşaret lihevkirina PDK’ê bi dewleta tirk re wiha tê kirin: “Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Gelê Kurd berdewame, pilanên qirkirin û dagirkeriyê ku bi salaye li ser Gelê Kurd bi hemû şêwaz û hewildanên cuda dide meşandin. Vê carê jî li hevkirinê û tifaqa bi PDK’ê û hikûmeta Iraqê re ku li hember şervanên azadiyê şerekî mezin li dar dixe û PDK’ê yekser di nava vî şerî de cih digire. Bi vê pilana qirêj ya dewleta tirk ku dixwaze tola şikenandina xwe ya ku li Garê û Avaşîn û berxwedana şervanên azadiyê ya dîrokî ku di sala 2021’an de hate kirin, vê carê bi kurd bi deste kurdan qir bike. Êrîşên dewleta tirk li ser axa Başurê Kurdistanê, rastî berxwedaniyeke mezin ya şervanên azadiyê hatî û êrîşa dagirkeriyê vala hate derxistin.”

PDK’ê bi salane xizmeta dijminê kurdan dike

Di daxuyaniyê de hat gotin ku PDK’ê bi şerê birakujiyê re dixwaze di xizmeta dijmin de bimeşe û wiha dewam dike: “Siyaseta PDK’ê ya hevkar bi dewleta tirk a dagirker re bi salaye li hember Gelê Kurd hatiye meşandin. Dîroka bi êş ku gelek bûyerên qirkirinê ku PDK’ê di nav de cih girtiye, îro careke din bi awayekî eşkere dixwaze şerê birakujî di xizmeta dijmin de bide meşandin. Hewildan û amadekariyên şer ku li ser axa Başurê Kurdistanê tên kirin û dorpeç kirina şervanên azadiyê, dixwazin zarokên kurdan bikin qurbanê vê şerê qirêj.”

 “Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin”

Koordînasyona Kongreya Star herî dawî bang li gel û dostên kurdan kir ku li beramber vê êrîşî rabin serhildanê û wiha bi dawî bû: “Em van pilanên dijminane yên hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya dewleta tirk re şermezar dikin. Em bang li tevahî Gelê Kurd , Rewşenbîrên Kurd dikin da ku nerazîbûna xwe û helwesta xwe li beramberî vî şerî bi dengekî bilind derxin. Em bang li hêzên pêşmerge , xortên kurd ên pêşmergeyên Roj  ku ketine nava xefik û pilanên PDK’ê û dewleta tirk dikin ku nekevin nava vî şerê ku di xizmeta dijmin de ye. Em bang li malbatên pêşmergeyan dikin ku li hember vî şerê qirkirina kurdan bi kurda bisekinin û qebûl nekin ku zarokên wan û xortên wan bikevin nava vî şerî de û dengê nerazîbûnê bilin bikin, an dîrok wê we nelet bike.”