Rêxistinên xwendekarên Îranî: Bila Gaşte Erşed bê belavkirin

Rêxistinên xwendekar ên Îranê ku qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin, di daxuyaniya ku hevpar dan de xwestin “Gaşte Erşad” an jî Navenda Polîs aExlaqê û dewriyeyên wî bên belavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Tahrana paytexta Îranê ji 13 saziyên zanîngehê ji Jîna Emînî ya hat qetilkitin daxuyaniyek hevpar hat dayîn. Rêxistinên zanîngehan, daxwaza nepejirandina "Qanûna teşwîqkirina Tesetûr û îfetê" û belavkirina navendên "Gaşte Erşad" an jî "Polîsên Exlaqî" kirin. Hat destnîşan kir ku Gaşte Erşad sazîbûna tundiyê herî zêde ya jinan e ku hewl dide bedenê kontrol bike.

13 rêxistinên xwendekar ên zanîngehê di heman demê de di daxuyaniya xwe ya hevpar de sersaxî ji malbata Jîna Emînî re xwestin û soza ku ew ê bîranîna Jîna Emînî zindî bikin, dan. Her wiha diyar kir ku ew tundiya hêzên rejîma Îranê ya di xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî de pêkanînê şermezar dikin û got, "Em dixwazin hêzên Îranê demildest rê û rêbazên hovane, girtin û binçavkirinan rawestînin."

Di daxuyaniya rêxistinên zanîngehan de ev tişt hatin gotin;

“*Di van rojên dawî de rûpeleke reş di dîroka gelên van xakan de hat vekirin. Jîna Emînî di 14’ê Îlonê de li nexweşxaneya ku ji ber tundî-girtinê hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da. Em weke rêxistinên xwendekaran ên ku ev daxuyanî îmze kirine, dema ku em vê bûyera trajîk şermezar dikin, em helwest û daxwazên xwe wiha rave dikin;

* Divê dewriyeyên polîsên exlaqê yên ku hewl didin li ser bedena mirovan serweriyê bikin, bên rakirin. Ev kes û koman, tundiya li ser jinan li kolanan, kargeh, nexweşxane, dibistanan, ji zanîngehan heta mal û odeyên mirovan dibin. Gef li tevlîbûna jinan a jiyana civakî dixon.

*Bila Gaşte Erşad were betalkirin û belav kirin.

*Bila kujerên Jîna Emînî bên derxistina pêşberê daraze.

Bila çalakî neyên çewisandin, ji çalakvanre zordestî ney pêkanîn. Em ê şopdarê dozê bin û li gel malbata Jîna Emînî bin.”