Rêxistinên Rojnamevanan sansûra dîjîtal a li ser JINNEWS û NûJINHA'yê şermezarkirin
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DFG û DİSK Basın-İş’ê bi daxuyaniyekî hevpar bertek nîşanî astengiyên li ser hesabên medyaya dîjîtal ên JINNEWS û NûJINHA’yê dan û diyar kirin ku ev destwerdanek eşkere ye li ser azadiya çapemeniyê.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DFG û DİSK Basın-İş’ê bi daxuyaniyekî hevpar bertek nîşanî astengiyên li ser hesabên medyaya dîjîtal ên JINNEWS û NûJINHAyê dan û diyar kirin ku ev destwerdanek eşkere ye li ser azadiya çapemenî û îfadeyê.
Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin ku zextên li ser çapemeniya jinan bi astengiyên li ser qada medyaya dîjîtal têne domandin. Saziyên pîşeyî anîn ziman ku piştî hesabên medyaya dîjîtal ên JINNEWSê, astengkirina hesabên ajansa nûçeyan a jinan NûJINHAyê jî wekî destwerdaneke eşkere tê dîtin.
‘Mekanîzmeyeke sansûrê ye’
Rêxistinên rojnamevanan da xuyakirin ku rojnamevanên jin bi salan e bi binçavkirin, girtin, doz û astengkirina şopandina nûçeyan re rû bi rû ne û ev tişt li ser hat zêdekirin: "Di dema dawî de astengiyên li ser platformên medyaya dîjîtal jî li van polîtîkayên zextê hatine zêdekirin. Rakirina naverokên nûçeyan û astengkirina gihîştinê vediguhere mekanîzmeyeke sansûrê ku armanc dike pêşî li gihîştina rojnamevaniyê ya qada civakî bigire."
Gotina jinan tê armanckirin
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku saziyên çapemeniya jinan sûcên li dijî jin û zarokan, tundiya mêr-dewletê û têkoşîna jinan digihînin civakê û ev nirxandin hate kirin: "Dûrxistina weşanên ku jin bi gotina xwe lê xuya dibin ji qadên dîjîtal, ne tenê destwerdaneke li ser saziyên çapemeniyê ye. Di heman demê de astengkirina xuyabûna gotin û têkoşîna jinan e jî."
Banga rakirina astengiyan
Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku dawî li astengiyên gihîştinê were anîn û banga rakirina yekser a astengiyên li ser hesabên medyaya dîjîtal ên JINNEWS û NûJINHAyê hate kirin. Saziyên pîşeyî daxuyandin ku ew ê li kêleka rojnamevanên jin bin û parastina azadiya çapemeniyê bidomînin.