Rêxistinên jinan li hemberî rêveberê perwerdê yê Başurê Kurdistanê helwest nîşan dan
Piştî belavbûna gotinên rêveberê giştî yê perwerdeyê yê ku got: “Xwelî li serê qerta perwerdeyê be ji ber ku ji sedî 60’î mamosteyan jin in” li dijî van gotinan rêxistin û çalakvanên jin nerazîbûna xwe diyar kirin û daxwaz kirin ku rêveberê perwerdeyê yê bi aqilê mêrsalarî gotinan dibêje lêborîna xwe ji hemû jinan bixwaze.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Piştî ku rêveberê giştî yê perwerdeyê yê bajarê Silêmaniyê, Dilşad Emer Mehemed gotibû: “Yek ji xwelîliseriya qerta perwerdeyê ew e ku ji sedî 60’ê mamosteyan jin in.” Ev gotin di van rojên ku demeke kin maye ji 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan de ketin rojevê û li şûna ku rêz li kar û keda jinan were girtin, rexne li mamosteyên jin dikin. Ev yek jî bû sedema nerazîbûna rêxistinên jinan, jinên çalakger û rêxistinên ku ji bo jinan kar dikin bertek nîşanî van gotinên bêrêz dan.
Der barê vê mijarê de berpirsyara ragihandina yekitiya jinên Kurdistanê Seywan Rustem ji ajansa me re axivî.
"Rêveberê perwerdeyê bi aqilê mêrsalarî axiviye"
Seywan Rustem der barê gotinên rêveberê perwerdeya giştî ya Silêmaniyê de wiha got: “Rêveberê perwerdeya giştî ya Silêmaniyê bi van gotinan bajarê Silêmaniyê hejand. Ji ber ku bêrêziyê li dijî jinan kiriye û bi taybetî mamosteyên jin ku li bajarê Silêmaniyê xwedî erka sereke ne di pêşveçûna perwerdeyê de neheqiyek mezin e. Rêveberê perwerdeyê bi zîhneyeta mêrsalarî behsa erkên jinan kiriye. Divê li hemberî vê yekê hemû jin xwedî helwest bin û qebûl nekin. Divê hemû kes bizanin ku jinan di civakên cîhanê de sîstema perwerdeyê bi pêş xistine û bûne sedema pêşxistina perwerdeya cuda.”
"Dayik mamosteyên destpêkê ne"
Seywan Rustem bal kişand ser erka jinan û wiha domand: “Dayik mamosteyên destpêkê ne ger kesek rêveber wisa biaxive wê demê xuya dibe ku rewş gelek xirab e. Ji ber ku jin bingeha jiyan û civakê ne. Bi şêweyek giştî ne tenê rêveberê giştî yê perwerdeyê bila hemû kes baş bizanibin ku mafên jinan bi xwezayî heye û divê bi rêzdarî nêz bibin û pêşî li mafên wan negrin. Em weke 25 rêxistinan nerazîbûna xwe li hemberî gotinên bi fikrên mêrsalarî nîşan didin û dibêjin ku divê rêveberê perwerdeya giştî ya Silêmaniyê lêborînê ji jinan bixwaze. Em daxwaz dikin ku dawî li fikrên mêrsalarî were û hikumet ji ber van gotinan wî bê ceza nehêle.”