Rêxistinên jinan: Civaka demokratîk û rêxistinkirî dikare pêşî li qetilkirina jinan bigre

Rêxistin û saziyên jinan û rêveberên jin ên Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Amedê têkildarî jinên hatine kuştin, diyar kirin ku tiştê pêşî li kuştina jinan bigre, civaka demokratîk û rêxistinkirî ye.

Amed – Rêxistin û saziyên jinan û rêveberên jin ên Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Amedê ji bo jinên ku hatine kuştin li Dortyola navçeya Rezanê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevseroka DBP’a Amedê Rûçem Vefa Elyakût, hevşaredarên navçeyên Amedê, aktivîstên TJA’yê, endam û nûnerên jin ên saziyên sivîl ên civakî û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Di demên dawî de gelek jin hatin kuştin’

Rûçem Vefa Elyakût kuştina Ayfer Çakmak a ku sê roj berê bi awayekî hovane hatibû qetilkirin, bi tundî şermezar kir û wiha got: “Di demên dawiyê de li Amedê gelek jin hatin kuştin û qetilkirin. Bi qetilkirina her jinekê re malbatek jî tê kuştin û tune dibe. Di nav van rojên ku em behsa aştiyê dikin de, em dibînin ku li ser jinan şer û êrîşeke hovane berdewam e. Em baş dizanin, bêyî ewlehî û azadiya jinê, ewlehî û azadiya bajar û civakê jî tu car çênabe. Em dibînin ku jin ji aliyê mêrên herî nêzî wan, ji aliyê hevjînê xwe ve û ji aliyê bav û birayên xwe ve têne kuştin û qetilkirin. Ji kuştinan re êdî bes e!”

‘Tiştê ku pêşiya kuştinan bigre civaka demokratîk û rêxistinkirî ye’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak da zanîn ku ev ne cara yekem e ku bi van mijara tên cem hev û ev tişt gotin: “Her carê di her kombûna me de, di daxuyaniya çapemeniyê ya ku em piştî her qetilkirina jinan didin de, em diyar dikin ku bila ev bibe ya dawî, em bang li rayedaran dikin, em bang li berpirsyaran dikin, em nirxandinan li ser vê mijarê dikin, lê mixabin nabe ya dawî. Di meha dawî de li Amedê 4 jin hatin qetilkirin. Ya herî dawî Ayfer Çakmak, li vir, li Rezanê, hinekî ji me wêdetir, li kuçeya mala xwe, li kuçeya mala ku lê rûdinişt, ji aliyê kesê xwe yê herî nêz ve, ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Mixabin Ayfer Çakmak 5 zarokên xwe li pey xwe hiştin. Dîsa jinên ku beriya wê hatin qetilkirin, li vî bajarî hatin qetilkirin. Ev tabloya xeternak, çîrok û serpêhatiyên jinan çiqas cûda bin jî mixabin, me bi vê rastiyê re rûbirû dihêle. Ev erdnîgarî, ev bajar bêguman bi salan e têkoşîna jinan dimeşîne. Bêguman mirov bi hêsanî nehatin van rojan. Bêguman ev ferqkirin, ev hişmendiya zayendî, ev zanebûn û rêxistinbûyîna di têkoşîna jinan de bi hêsanî çênebû. Jin li dijî van polîtîkayan li Amedê jî li rojavayê Tirkiyeyê jî têkoşîna xwe dimeşînin. Em jin em ê bi hev re têkoşîna xwe xurttir bikin. Tiştê ku pêşiya van kuştinan bigre, civaka demokratîk û rêxistinkirî ye.”

‘Jin di nava malê de tên qetilkirin’

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû da zanîn ku ev daxuyaniya çapemeniyê ya ku ew derbarê qetilkirina Ayfer Çakmak de didin, di rastiya xwe de hêrs û qêrîna wan e û wiha axivî: “Em di heman demê de bang li gelê me yê Amedê dikin. Îro qetilkirina jinan her ku diçe zêde dibe û berdewam dike. Qetilkirin êdî ne ewqas ji rêzê ne. Jin li nav malan, ji aliyê kesên wan ê herî nêz ve tên qetilkirin. Em dibînin ku di rastiyê de her cûreyê tundiyê dest dide jiyana jinan. Em jin ji salên 90’î û vir ve dema me têkoşîna azadiya Kurd dimeşand, di heman demê de me têkoşîna azadiya jinê jî bi hev re dimeşand. Têkoşîna azadiya gelê Kurd di heman demê de di têkoşîna azadiya jinan re derbas dibe. Ji ber ku zext û tundî li jinan dihate kirin, jin wekhev nedihatin dîtin û dihatin înkarkirin. Di rastiyê de nasnameya gelê Kurd jî dihat înkarkirin.”

‘Qetilkirina jinek, şermeke herî mezin e’ 

Halîde Turkoglu di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Amedê jin ne qetilkirinê, bi nasnameya xwe ya azad jiyînê heq dikin û wiha got: “Ez ji her mêrekî, her bavêkî, her birayekî ku li Amedê dijî re dibêjim, Şerm çi ye? Şerm çi ye? Ji qetilkirina jinekê şermeke mezintir tune ye? Ji qutkirina jinekê ya ji jiyanê mezintir şermek tune ye. Ji qutkirina jinekê ya ji zarokên wê, ji paşeroja wê mezintir şermek tune ye. Em mirov ger ku hevdû wekhev nebînin, wê demê em tundiyê li hevdû dikin. Îro gelê Kurd di serî de kesên ku li vê axê têkoşîna wekheviyê didin, têkoşîna şerefê didin, jin jî têkoşîna şerefa xwe didin ê dibêjin ku ‘Em mirov in û wekhevbûn mafê me ye, em xwedî îradeya azadbûnê ne’ û em têkoşîna vê yekê ji hevalên xwe yên mêr re ji vir dîsa weke bangawazî dibêjin.”