Rêxistinên jinan bi komî serdana gora Şinyar kirin
Piştî 10 rojan komek ji rêxistinên jin û binemala Şinyar Huner a ku ji aliyê hevjînê xwe ve bi awayek hovane hatibû şewitandin serdana gora wê kirin.

ASUDE MEHEMED
Şarezûr- 19’ê Sibatê li taxa Kurdsat a bajarê Silêmanî dayika du zarokan Şinyar Huner a 21 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi awayek hovane hate şewitandin û piştî pênc roja 23’ê Sibatê li nexweşxaneya bajêr jiyana xwe ji dest da. Komek ji nunerên tora hevbeş a rêxistinên jinan, jinên siyasetmendar û çalakvan bi amadebûna binemala Şinyar Huner serdana gora wê ya li bajarokê Seyîdsadoq kirin. jinan bi diruşma “Bese ji kuştina jinan” re gul li ser gora Şînyar çandin.
Nunera Tevgera Goran Saz Abdulla got: “Em weke endamên rêxistinan hatine li ser gora Şinyar ku bi awayek hovane hat qetilkirin, bi vê boneyê me xwest bi vê serdanê em peyame xwe bigihînin tevayî gelê Kurdistanê hatina me ne tên ji bo parvekirina êş û serdanê ye, serdana me hewleke ji bo êdî tu kes din ji aliyê mêr ve neyê kuştin.”
Berpirsa Liqê Şarezur ya Yekitiya jinên Kurdistaê Şara Abdulkerîm da diyarkirin ku armanca serdana wan parvekirina êşa malbatê ye û wiha dom kir: “Divê hişyarî werin belavkirin û bi rêya parlemenê kar bikin ji bo pêşî li tewanên wisa dij mirovane were girtin.”
Endam rêxistina Aso jina Kurd ya Rojhilatê Kurdistan Mîa Nimet dibêje: “Divê dengê hemû jinan yekbe û daxwaza mafê xwe bikin, da ku tu mêrek tewanên wiha nekin.”
Dayîka Şinyar Huner Mihran Sadiq got: “Bila tewanbar sezayê xwe bikêşe da ku êdî jin neyê kuştin û bila cigera tu dayik din ne şewite.”