Rêxistinên Elewî sempozyuma ‘zayendparêziya civakî’ lidar xistin
Di sempozyûma rêxistinên Elewiyan de dê nasnameya zayendî bên nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan – Sempozyûma ku bi pêşengtiya Cemevî ya Narlidere, Weqfa ÇAndê ya Anatoliya ya Haci Bektaş, Komaya Çandê ya Pîr Sultan Abdal ên pêkhateyên tevgera Elewî tê lidarxistin de, dê Elewîtî, nasnameya zayendî, mêylê cinsî, zayendparêziya civakî bên nîqaşkirin.
Aktîvîsta Elewî û rojnameger Çîlem Kuçukkeleş axaftina vekirinê ya sempozyûmê kir. Çîlem Kuçukkeleş, anî ziman ku di sempozyûmeke bi vî rengî de cara yekemîn e rêxistinên elewiyan li hev kom dibin û wiha got: “Pirsiyên me digotin ‘Bi hewldanekê hûn dikarin encamê bigirin’. Îro em hewl didin. Beriya niha li ser banga hêzên me yên rêxistinkirî sempozyûmek nehatibû lidarxistin. Em ê li vir tiştek nû bikin ku vê sempozyûmê ji yên din bi qîmet dike. Ev gav di heman demê de pêngava yekbûnê ye. Rêya ku van sê rêxistinên me meşiyan destpêkek e.”
“Divê em bên guhartin”
Serokê Komaleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal ê heyama berê Ganî Kaplan jî mêraniya rêxistinên Elewiyan rexne kir û got ku rêxistina Elewiyan di pêvajoya dîrokî de karên mezin kirine. Ganî Kaplan got, “Bi lidarxistina sempozyumek bi vê awayê, divê em hinek li ser xwe jî bifikrin, rexne bikin. Em zilamên Elewî bi qasî ku li platforman diaxivin ne demokrat in. Divê em vê yekê kifş bikin û biguherînin. Em dixwazin pêla vê sempozyûmê di rêxistinên me de jî derkeve holê."
Prof. Dr. Eser Köker daxuyaniya vekirinê ya sempozyûmê pêşkêş kir. Piştî daxuyaniyê sempozyûm bi danişînên elewîtî, zayendî, meyla zayendî û nasnameya zayendî dewam dike.