Li Îranê mamoste û xwebatkarên perwerdê hatin girtin

Piştî xwepêşandanên giştî yên mamostayên Îranê, pêleke girtinê destpê kir û gelek çalakvanên çandî jî hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Di hefteyên borî de li gelek bajarên Îranê mamosta, xwendekar û xebatkarên perwerdeyê daketin qadan. Xebatkarên perwerdehiya Îranê yên ku piştî çalakiyan daxwazên wan nehatin bi cih anîn, banga car din derketina kolanan kirin û li hemberî vê yekê li seranserê welêt pêlekê girtinê destpê kir.

Koordînasyona Sendîkayên Farganigian û Desteya Koordînasyona Komaleyên Çandê derbarê mijarê de daxûyanî da. Di daxûyaniyê de hat ragihandin ku ji 5 sendîkavanên kedkarên perwerdê agahî nayê girtin, ew hatine girtin lê nayê zanîn ku wan birine ku derê. Mamoste Khadijeh Mubaraki ya bûye sembola protestoyên li Yasujê jî di nav girtiyan de ye. Li Yasujê 7 mamoste hat girtin.

Tê xwestin ku protesto werin astengkirin

Li gorî sendîkayan, li Xuzistanê 5 xebatkarên perwerdeyê û li Tehranê jî 4 kes hatin girtin. Li eyaleta Farsê 9 xebatkarên perwerdehiyê û mamosteyekî ku heta niha navê wî nehat zanîn hatine binçavkirin. Hat parvekirin ku li Merîwanê 1, li Îsfehanê 3, li Langroudê 3 û li Yezdê 2 xebatkarên perwerdeyê hatine binçavkirin. Tê texmînkirin ku hejmara kesên hatine desteserkirin dê zêde bibe û hat ragihandin ku li bajaran li dijî derketina mamosteyan a qadan pêşgiriyên ewlehiyê hatine zêdekirin.