Rêxistina Sara qetilkirina endama ragihandinê ya Komîteya Jinan a Dêrazorê şermezar kir

Rêxistina Sara ya li Kobanê û Hesekê li dijî qetilkirina Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel daxuyanî da.

Navenda Nûçeyan- Di 14 Tîrmehê de Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel  a 22 salî hate qetilkirin. Rêxistina Sara, Kongra Star, Mala Jin û Edaleta jin bi daxuyaniyekê qetilkrina Menal Salih El-Mizel şermezar kirin.

Hesekê

Daxuyanî li ber Navenda Kongra Star a Kantona Hesekê ji alyê Endama Rêxistina Sara Fereh Mihemed ve hat xwendin.

Fereh têkildarî qetilkirina Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel de wiha got: “Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel bi rêbazên hovane hat qetilkirin. Ev yek dide nîşandan ku hişmendiya bavksalarî bi nêzbûna salvegera Şoreşa Rojava dixwaze îradeya jinan bişkîne. Dixwaze rê li ber azadiya jin bigre û hişmendiya xwe ya desthilatdar belav bike. Em wekî rêxistina Sara li dijî hemû cûreyên tundiya li ser jinê ne. Em bang li cihên pêwendîdar dikin ku li pey dozê bin heya ku sûncdaran bigrin û cezayê giran li wan bibrin. Ji ber ku ne ji mafê tu kesî ye jiyana jinekê bi dawî bike.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “ Na ji qetilkirina jinan” bi dawî bû.             

Kobanê 

Derbarê qetilkirina rojnamevan Menal Salih El-Mizel li Kobanê jî daxûyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke rêxistina Sara li dijî tûndiya li ser jinê têdikoşin. Em her cûre tûndiya li dijî jinan û zarokan şermezar dikin". Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên li dijî rojnamegeran êrişên li dijî têkoşîna azadiya jinan e.