Rêxistina Mafê Mirovan: Rejîma Îranê 23 zarokan qetil kir
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kir ku di serhildanên ku ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, destpê kir de heya niha herî kêm 23 jê zarok 201 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir bi pêşengiya jinan û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bê navber didome. Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê derbarê hejmara kesên di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin, daxuyaniyek belav kir.
23 jê zarok 201 kes hatine qetilkirin
Li gorî daxuyaniya rêxistinê, hejmara xwepêşanderên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin, gihiştiye 201 kesan. Tê gotin ji vê hejmarê 23 ji wan zarok in. Gorî heman daxuyaniyê, zêdetirî xwe xwepêşander li Sine, Beluçistan, Mazenderan, Kurdistan, Gîlan û Urmiyeyê hatine kuştin.
Rêjeya 3 rojên dawiyê nagre nav xwe
Rêxistina Mafê Mirovan da zanîn ku ev hejmar heya 30’ê Îlona 2022’an hatine tomarkirin. Ji bo vê jî rêxistinê ragihand ku ev hejmara kuştiyan, 3 rojên dawî ên bajarê Sine nagre nav xwe de.
Rêxistinê hişyarî da û ji bo Sineyê bang li civaka navnetewî kir da ku xwedî helwest bin û rê li ber komkujiya li ser xelkê Kurd bigrin.
“Nerazîbûn mafek yasayî yê zarokane jî”
Di daxuyaniya rêxistinê de tê gotin; “Nerazîbûn mafek yasayî yê zarokane jî, ji bo vê Neteweyên Yekbûyî divê zextê li desthilata Îranê bike ku girêdayê yasayên taybet ên ji bo zarokan bin. Gelek caran behsa bikaranîna êşkencekirina xwepêşanderan dikin, herî kêm du kesên dibin çavan de bûn, di van rojên dawî de jiyana xwe ji dest dane. Beşek ji kesên di hefteya dawî de jiyana xwe ji dest dane jî, birîndarên destpêkê yên xwepêşandanan bûn, ji ber ku navendên tenduristiyê wan negirtin û tedavî nekirin, di mal de man û jiyana xwe ji dest dan.”