“Rewşa xeter ya kampa Holê didome”
Rojnameger Cîhan Bîlgîn li ser Operasyona Mirovî û Ewlehiyê xeteriya kampa Holê nirxand û got: “Ji bo çareseriyek mayînde divê hemu dewlet hemwelatiyên xwe yên li kampa Holê bigrin.”
SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku li kampa Holê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê hat destpêkirin bi encamên xurt ên dîtina gelek çeteyên DAIŞ’ê, çek û cebilxaneyên ku ji aliyê wan ve hatiye veşartin bi dawî bû. Her wiha yek ji aliyên herî serkeftî ya vê operasyonê ew bû ku dû jinên Êzidî yên di sala 2014’an de bi fermana ku li ser Şengalê rabû ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û rastî gelek kiryarên dermirovî hatin, hatin rizgarkirin. Lê rûxmê xeteriya kampa Holê ya ku li ber çavên hemu cîhanê pêkanînên dermirovî ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ve tê kirin û rûxmê bi dehan bangawaziyên Rêveberiya Xweser a ji bo welatên ku hemwelatiyên wan di vê kampê de hene cîhan li hemberî vê rewşa xeternak bê deng e aliyên berpirsiyar bi erkên xwe narabin.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn li ser Operasyona Mirovî û Ewlehiyê der barê xeteriya kampa Holê de ji ajansa me re axivî.
Têkiliya dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê
Cîhan Bîlgîn li gor îspatên ku hatine bidestxistin bal li ser têkiliya dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê kişand û wiha got: "Piştî şerê Kobanê di sala 2015'an de cara yekemîn hevkariya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re eşkere bû. Di heman demê de qonaxa derbasbûna çeteyên biyanî ji Tirkiyeyê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve dest pê kir û heya Baxoza Dêrazorê jî berdewam kir. Di qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî de me hîn bêtir xeteriya Kampa Holê û têkiliyên şaneyên DAIŞ’ê bi dewleta tirk re bi cîhanê da naskirin. DAIŞ têk çûye lê projeyên ku dewletan li ser DAIŞ'ê dan meşandin û berê wê dan Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê bi dawî nebûne. Heya niha jî ew proje berdewam dike."
Zarokan li ser tundiyê perwerde dikin
Cîhan Bîlgîn da zanîn ku zarokên li kampa Holê ji aliyê jinên DAIŞ’î ve li ser tundiyê tên perwerdekirin û wiha domand: “Zarok ji aliyê jinên El-Hisbê ve tên perwerdekirin. DAIŞ jî pênase kiriye ku jinên El-Hisbê destê wî yê rastê ye. Erkê wan ê sereke kuştina jinên li gorî fikrên wan naçin û perwerdekirina zarokan e, li ser vî bingehî jî rêxistineke bi xeter di nava kampê de ava kirine. Her wiha têkiliyên jinên El-Hisbê rasterast bi MÎT'a tirk re hene. Li Tirkiyeyê zarokên sêwî li dibistanan di bin navê yetîmxaneyan de wekî leşkerên dewleta tirk ên pêşerojê tên perwerdekirin. Bi heman şêwazî jinên El-Hisbê li Kampa Holê heman tiştî dikin û Eşbal El-Xîlafê li vir tên perwerdekirin û mezinkirin. Ji bo zarokan tevlî çeteyên DAIŞ'ê bikin, jinên El-Hisbê konên vala vedane. Bi taybetî zarokên 7 salî û jor de ji dayikên wan tên standin û ji aliyê jinên El-Hisbê ve li ser hişmendiya DAIŞ'ê tên mezinkirin. "
"Ger rûpeleke nû were vekirin wê têkiliyên dewletan bi DAIŞ'ê re eşkere bibin"
Cîhan Bîlgîn da payin ku ger rûpeleke nû ji cîhanê re were vekirin wê têkiliyên dewletan bi DAIŞ’ê re hîn bêtir eşkere bibin û wiha pêde çû: "Beriya êrîşên li ser Serêkaniyê forma darizandina DAIŞ'ê hat lidarxistin, piştî wê formê yekser dewleta tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Dewleta tirk ewqas bi helwest bû ku li hember wê formê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Yê ku DAIŞ mezin kir dewletên kapîtalîst wekî Emerîka, Rûsya û Îngîltere bûn. Malbatên di Kampa Holê de li benda teqînekê ne ku ji vir derbikevin û li cîhanê belav bibin. Rêveberiya xweser jî derfetên wergirtina hemwelatiyan wan jî ava kirine."
“Divê dewlet hemwelatiyên xwe bigrin”
Cîhan Bîlgîn bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Ger dewlet dixwazin DAIŞ biqede û di warê fikrî de têk biçe divê destpêkê çareseriyê ji Kampa Holê re bibînin. Çavgirtina li vê kampê jî wê li wan bizivire. Ji ber malbatên li vir li benda fersendê ne ku derkevin. Bangewaziyê wan jî heye ku dixwazin vegerin welatê xwe. Lê dema ku dibînin welatê wan jî wan naxwazin dijminatiyek çêdibe. Yên ku dixwazin xeteriya vê kampê xilas bibe bila hemwelatiyên xwe bigrin. Yan jî bi Rêveberiya Xweser re bikevin nava têkiliyan ku çareseriyeke hevpar bibînin."