Rewşa Aysel Tûglûk giran bû
Parlamenterên jin ên HDP'ê yên ku li Girtîgeha Kandirayê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ziyaret kirin, diyar kirin ku rewşa Aysel Tûglûk xerab bûye.

Navenda Nûçeyan – Cîgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Parlamentera HDPê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, siyasetmedara jin a kurd Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Kandirayê teşhîsa demanceyê lê hatibû dîtin, ziyaret kirin. Meral Daniş Beştaş piştî serdanê ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal kurte nivîsek parve kir û diyar kir ku rewşa Aysel Tugluk a ku bi rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) li girtîgehê tê ragirtin, tevî pirsgirêkên wê yên tenduristiyê nebaş bûye.
Daxuyaniya Meral Daniş Beştaş wiha ye: “Em bi parlamentera xwe ya Agiriyê @dilan_dirayet re li Girtîgeha Kandirayê çûn serdana hêja Aysel Tugluk. Em bi xemgînî dibînin ku rewşa wê ya tenduristiyê piştî hevdîtina me ya dawî xerab bûye. Aysel tevî ku rewşa wê ya tenduristiyê tê zanîn çima di girtîgehê de ye? Çima ev israr?#AyselTuğlukİçinAdalet”