Rêveberiya Xweser bernameya Newroza 2023’an ragihand

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê îro li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Newrozê, em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" bernameya Newroza 2023’an ragihand.

Qamişlo- Bi boneya nêzîkbûna cejna Newrozê ya ku ji bo gelê Kurd vejîna nû ango semboleke pîroz û bi nirxe, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li ber Çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, tevger û rêxistinên jinan, çalakiyên Newroza 2023’an bi rêya daxuyaniyekê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" ragihand.

Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed ve hat xwendin wiha bû:“Gelê me yê Kurd û hemû gelên Mezopotamyayê Cejna Newrozê bi hemû wateyên xwe yên nûbûn û azadiyê pîroz dikin. Newroz nûnertiya îrade û berxwedana gelan li dijî bêheqî, zilm û koletiyê dike. Agirê Newrozê geş dibe, mizgîniya hatina serdemeke nû ku têde îradeya gelan pêk tê, bi xwe re tîne. Bi hatina Newrozê re em tevahî gelên xwe, malbatên şehîdan, QSD`ê, YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz dikin. Em hemû şehîdên şoreşa xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember efsaneyên lehengî û berdêlên ku ji bo azadî û aştiyê dane, bejina xwe ditewînin. Em îro bernameya pîrozbahiyên Cejna Newroza 2023`an radigînin. Newroza 2023`an dê bi dirûşmeya "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" dê were li dar xistin.”

‘Bi ruhê berxwedanê dakevin qadan’

Di daxuyaniyê de diyarkirin  ku dê pîrozbahiyên Newrozê di demjimêr 10:00’an de destpêbike û wiha hate gotin: “Pîrozbahî saet 10:00`an dê dest pê bike. Di pîrozbahiyê de axaftin werin kirin û bernameyên hunerî yên cûr be cûr werin pêşkêşkirin. Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku bi rihê Newrozê û bi rihê berxwedanê dakevin qadên Newrozê û li gor rêwerz û tedbîrên ewlehiyê ku ji aliyê Hêzên Ewlehiyê û hemû hêzên leşkerî ve hatine girtin, tev bigerin. Em îro bernameya pîrozbahiyên Newrozê eşkere dikin û em ê agirê Newrozê, agirê berxwedan û azadiyê pêxin”.

Bernameya pîrozkirina Newrozê li Herêma Cizîrê

Dêrik: Bendava Bozê

Tirbespiyê: Qada Şehîd Mezlûm Dogan a li Mizgeftê

Qamişlo: Qada Newrozê ya li gundê Hîmo

Amûdê: Qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar

Dirbêsiyê: Qada Newrozê ya li gundê Çolbistan

Hesekê: Qada Newrozê ya li Rojhilatê Sed

Di dawiyê de agirê Newrozê li pêşiya Çarxerêya Şehîd Yûsiv Gulo hat pêxistin.