Rejîma Îranê xwendekar Sîma Çambarî binçav kir

Hêzên ewlehiyê bi ser mala Sîma Çambarî, xwendekara beşa Kimyayê ya zanîngeha Reştê ku li Nîşabûrê dimîne girt û ew binçav kir.

Navenda Nûçeyan – Medyaya xwendekaran ragihand ku di 11’ê Adarê de xwendekara beşa Kimya ya zanîngeha Reştê Sîma Çambarî ku li Nîşabûrê dijî hatiye binçavkirin.   

Li gorî nûçeyê, xwendekara beşa Kimya ya zanîngeha Reştê Sîma Çambarî, di 11’ê Adarê de ji aliyê hêzên ewlehiyê li mala xwe ya li Nîşabûrê hate binçavkirin.

Sîma Çambarî dema nêzî 10 an 11 hêzên ewlehiyê bi ser mala wê de girtin hate binçavkirin. Heta niha derbarê sedemê girtin û li kuderê tê girtin de tu agahî nehatine parvekirin.