Rejîma Îranê li Zahîdanê gule li gel reşand

Piştî komkujiya ku rejîma Îranê di 30’ê Îlonê de li Sîstan û Belûçîstanê pêk anî, Zahîdaniyên ku her roja Înê derketin kolanan dîsa li qadan xwepêşandan kirin, li qadên xwepêşanderan ku bi hezaran kes lê daketin qadan, rejîmê dîsa çekan bikar anî.

Navenda Nûçeyan – Rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi tundî bersiv dide serhildanên ji 16’ê Îlonê ve didome. Êrîşa rejîma Îranê ya li dijî çalakiyên bi navê “Îna bi xwîn” ku di 30’ê Îlonê de li Zahîdan a navenda eyaleta Sîstan û Belûçîstanê pêk hat, weke her roja Înê vê înê jî hate protestokirin. Îranê dîsa bi çekan bersiv da xwepêşandana vê hefteyê. Hat ragihandin ku li Zahîdanê 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, têkildarî birîndaran agahî nehate bidestxistin.

Hat ragihandin ku di xwepêşandanên li Zahîdanê de 2 welatiyên Belûç hatin girtin, ji bo ku bên îdamkirin ji bo navendeke din hatin veguhestin. Hate ragihandin ku ji destpêka sala 2022’an heta niha 128 welatiyên Belûç ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Her wiha di nivîsên ku di medyaya dîjîtal de hatine weşandin de tê dîtin ku leşkerên rejîma Îranê bi darê zorê welatiyên ku dixwestin xwe li mizgeftan bixin da ku ji êrîşên xwînrêj biparêzin.

Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê didomin

Xwepêşandan li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam kirin. Karkerên bajarên Sine, Dîwandere, Dehgolan, Seqiz, Merîvan û Qorve daxuyaniyeke hevpar dan. Komeleyên karkerên înşaetê balê dikişînin ser wê yekê ku divê rejîm di zûtirîn demê de dawî li komkujiyan bîne û guh bide daxwazên gel.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê karker di daxwaza mafên xwe de bibin yek, hate destnîşankirin ku divê mûçe bên zêdekirin, sîgortaya tenduristiyê bê ferzkirin û welatiyên ku ji ber rewşa xirab a aborî zehmetiyan dikişînin bên destekkirin. Karkerên înşaetê yên ji Rojhilat sersaxî ji bo malbatên welatiyên ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane xwestin û xemgîniya xwe parve kirin.