Rejîma Îranê dixwaze jinan bi girtîgehan bêzar bike

Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê Mozhde Haşimî erê kir. Hunermend Şeyda Saberî li Şîrazê hate binçavkirin. Her wiha cezayên qamçî û qedexe yên Paresto Ehmadî û 8 hunermendên din hatin erêkirin û ew şandin Girtîgeha Adelabadê.

Navenda Nûçeyan – Tundî, zext, darvekirin û girtin û binçavkirina jinan ji aliyê rejîma Îranê ve, didomin. Herî dawî li gorî raporên hatine belavkirin, Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê yê Mozhde Haşimî Bazarganî ku li girtîgeha Navendî ya Qezwînê tê girtin, erê kir. Her wiha li gorî çavkaniyên mafên mirovan, hunermenda Yasuclu Lor Şeyda Saberî li Şîrazê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û şandin beşa jinan a Girtîgeha Adelabadê. Cezayên qamçî û qedexe ji ber xebatên hunerî yên Paresto Ehmadî û heşt hunermendên din hate erêkirin.

Cezayê darvekirinê yê Mozhde Haşimî Bazarganî  hate erêkirin

Mozhde Haşimî Bazarganî ku li bajarê Elwend a Qezwînê dijî, di êvara 4’ê Nîsana 2026’an de dema diya wî ya extiyar jî li mala wê bû, hêzên ewlehiyê yê rejîma Îranê bi ser mala wê de girtin û ew binçav kirin. Mozhde Haşimî Bazarganî di tomarek deng ya berê ji girtîgehê şandibû de, diyar kiribû ku erkdaran di dema girtin û lêpirsînê de bi lûle û copan bi tundî li wê dane. Li gorî daxuyaniya wê, ev lêdan bûye sedema şikandina diranek wê, gêjbûn û pirsgirêkên dil. Mozhde da zanîn ku erkdarên lêpirsînê ew neçar kirine ku bi zorê daxuyaniyan binvîse û îmze bike û piştre ew neçar kirine ku li ber kamerayê îtîraf bike, ev îtîraf bi zorê hatine wergirtin. Ev îtîraf bêyî razîbûna wê li ser kanala televîzyonê ya herêmî li Qezwînê hatine weşandin.

Di heman tomarê deng de, Mozhde Haşimî Bazarganî tohmetên li dijî wê red kir û daxwaz kir ku ji bo belgekirina her nîşanên îşkenceyê, ew sewqî Saziya Tiba Edlî bike. Ji ber sûcên ‘heqareta li dijî rêberê olî’, ‘sîxurî’ û ‘hevkariya bi Îsraîl û DYE’ re cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştî cezayê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, fikarên li ser tenduristî û ewlehiya wê zêde bûne.

Hunermend Şeyda Saberî li Şîrazê hat binçavkirin

Li gorî raporên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin, hunermenda Lor Şeyda Saberî ku bi eslê xwe ji Yasuc e û li Şîrazê dijî, ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û birine beşa jinan a Girtîgeha Adelabadê ya li Şîrazê. Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku hunermend Şeyda Saberî di 20’ê Îlonê de li Şîrazê hatiye binçavkirin. Şeyda Saberî berê ji ber çalakiyên xwe yên protestoyî rastî zextên hêzên ewlehiyê hatibû. Di 8’ê Cotmeha 2022’an de, di dema serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de li Yasujê hatibû binçavkirin û di 11’ê Cotmeha heman salê de heta ku derkeve pêşberî dadgehê, bi kefaleta demkî hatibû berdan.

Cezayên Paresto Ehmadî û heşt hunermendên din hatin erêkirin

Parêzer Ebûzer Zaman roja Înê’ 25ê Îlonê li ser hesabê xwe yê şexsî yê X’ê ragihand ku Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Qomê biryara dadgeha yekem a der barê stranbêj Paresto Ehmadî û heşt kesên din ên ku beşdarî ‘Konsera Karavansara’ bûn, di nav wan de muzîkjen û endamên tîma teknîkî jî hebûn, erê kir. Ev kes berê ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Qomê ve bi 74 qamçiyan, du sal qedexeya derveyî welat û du sal qedexeya çalakiyên hunerî hatibûn cezakirin. Tawanên li dijî wan ‘zirardayîna exlaqê giştî bi hilberandin û belavkirina naveroka neexlaqî û neexlaqiya li ser înternetê’ cih digrin. Ev pêvajo piştî ku Paresto Ehmedî û komek muzîkjenan di Çileya 2024’an de bêyî temaşevanan li Karwanseraya Deir-e Gachin a Qumê konserek dan û li ser YouTubeê zindî weşan kir, dest pê kir.

Piştî belavbûna vîdyoyê, Paresto Ehmedî û du muzîkjenên din hatin binçavkirin, paşê heta bên darizandin hatin berdan. Piştre, Dozgeriya Ewlehiya Exlaqî ya Tehranê bi fermî ew tawanbar kirin û bi kefalet hatin berdan.

Paresto Ehmedî ku di sala 1997’an de li Nowşehrê ji dayîk bûye, stranbêj û mezûna Beşa Derhêneriyê li Zanîngeha Soore ye. Ew bi strana ‘Az Khoon-e Javanan-e Vatan’ (Ji Xwîna Ciwanên Neteweyî) ku di xwepêşandanên 2022’an pêşkêş kir, bi nav û deng bû.