Rêjeya sûcan li Sûriyeyê zêde dibin: 362 kuştî û 334 sûc pêk hatine
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di heşt mehên pêşîn ên vê salê de 334 sûc û kuştinê belge kir ku di encamê de 362 kes mirin. Ev nîşaneyek e ku berfirehbûna sûc û zêdebûna pirsgirêkên ewlehiyê li gorî sala borî nîşan dide.
Navenda Nûçeyan – Îsal li çend bajarên Sûriyeyê, di nava nebûna şert û mercên ewlehî, civakî û aborî yên bi aloz de ku bandorê li jiyana niştecihan kiriye fikarên di warê ewlehiyê de zêde bûne. Bi nebûna ewlehiyê re li deverên cuda sûcên curbecur û bûyerên kuştinê dubare dibin.
Di nava heşt mehan de 334 sûc hatin belgekirin
Di heşt mehên pêşîn ên vê salê de, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 334 sûc belge kirin ku di encamê de 362 kes mirin lê di sala 2025'an de, 401 sûc hatin tomarkirin ku di encamê de 464 kes mirine.
Sûc li gelek parêzgehên Sûriyeyê pêk hatine
Çavdêriyê duh eşkere kir ku sûcên di heşt mehên pêşîn ên vê salê de hatine tomarkirin, bi qasî ji sedî 83.3 tevahî sûcên ku ji hêla çavdêriyê ve di sala 2025'an de hatine belgekirin pêk tînin. Di heman demê de hejmara kesên hatine hedefgirtin gihîştiye ji sedî 78 tevahî kuştiyên sala borî. Çavdêriyê destnîşan kir ku ev sûc li gelek parêzgehên Sûriyeyê belav bûne.
Banga berpirsiyariya li hemberî sûcan
Ji ber berdewamiya van bûyeran, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li rayedarên têkildar kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha diyar kir ku di parastina sivîlan, başkirina ewlehî û aramiyê, girtina tedbîrên bi bandor girîng in hat gotin ku ji bo pêşîgirtina sûcan, lêpirsînkirina hemû bûyerên sûc, kuştin û êrîşan hewce ye.