Li Îranê astengiyên bazara kar: Cudakariya zayendî û têkoşîna debarê ya jinan – GOTAR
JÎNO XATIR WÊSÎ
Yek ji pirsgirêkên civakî û aborî yên herî aloz û dînamîk ên welêt, rewşa kar a li Îranê ye. Di vê pirsgirêkê de, zêdebûna kapasîteyên perwerdehî û pîşeyî bi astengiyên sazûmanî û krîzên aborî ve girêdayî ye. Her çend me di dehsalên dawî de hebûna keç û jinan di warên zanistî, akademîk û pîşeyî de berbelav û bi perensîb dîtibe jî, ev sermayeya mirovî ya girîng dema ku digihîje bazara kar, bi pirsgirêkên cidî re rûbirû dimîne. Ev rewş rêjeya beşdariya aborî ya jinan pir kêm dihêle û valahiya zayendî di vê qadê de kûrtir dike. Ev rewş bûye têkoşînek dijwar ji bo jiyanê. Bi taybetî ji bo wê koma jinan ku bi tenê debara malên xwe dikin. Rewşeke ku hewceyî analîzeke kûr e.
Jin bi du zextan re rûbirû dimînin
Li gorî daneyên fermî û çavdêriyên qadê, di analîza bazara kar de yek ji komên herî girîng û di heman demê de herî paşguhkirî, jinên serokmalbat in. Jinên ku hejmara wan di salên dawî de ji ber zêdebûna rêjeya hevberdanê, mirina hevjînan, an nexweşiyê zêde bûye. Ev jinên ku di civakê de pir caran wekî jinên berdayî an jî jinebî têne zanîn, di heman demê de bi du zextan re rûbirû dimînin: yekem, perwerdehiya zarokan, karên malê û rêveberiya hestyarî ya malbatê. Ya duyemîn jî hewcedariya lezgîn û girîng a peydakirina dahatê ya ji bo jiyanê. Ev pênase nîşan dide ku ji bo jinên serperest ên malê hebûna karekî, neçarî ye. Berovajî gelek jinên zewicî yên ku xebatê mîna vebijarkek ji bo zêdekirina aramiya malbatê û serxwebûna darayî dibînin.
Jin bêtir dikevin ber xetereya îstîsmarê
Lê belê, ev jin di ketina bazara kar a fermî de rastî astengiyên girîng tên. Gelek jinên serokmalbat, nemaze yên ku piştî salan jiyana zewacê û avakirina malbatan neçar in bixebitin, xwedî şiyanên taybetî, ezmûneke zexm a xebatê, an perwerdehiya bilind a pêwîst nînin ku bersiva daxwazên bazara kar bidin. Ev yek wan dike nav aboriya nefermî; li wir ew karên wekî destkarfiroşî, pakkirina atolyeyên biçûk, an karên xizmetê yên pir kêm-mûçe bêyî peymanên fermî û sîgorteyê dikin. Ji bilî nebûna ewlehiya kar a di vê sektorê de, jin bêtir dikevin ber xetereya îstîsmarê, guherînên aborî û zirarên civakî.
Rêyek asê û pirsgirêkek mezin a debara jiyanê
Krîzên aborî yên berdewam ên li Îranê, bi taybetî jî enflasyona bilind û kêmbûna nirxa diravê neteweyî, rasterast û bi awayekî wêranker bandor li maf, destkeftî û hêza kirînê ya hemû kedkaran, nemaze jinan kiriye. Di rewşekê ku lêçûna jiyanê ji bo malbatan bi rêjeyeke ecêb zêde dibe de, zêdebûna mûçeyên salane ku pir caran ji rêjeya enflasyonê ya rastîn pir kêmtir tê diyarkirin, qet nikare hêza kirînê ya windabûyî vegerîne. Ev yek bûye rêyek asê û pirsgirêkek mezin a debara jiyanê, ji bo jinên serokmalbat ku jixwe bi mûçeyên kêm dixebitin û teserûfên wan kêm in. Mûçeyên ku jinên serokmalbat di sektora nefermî de bi dest dixin, ji bo dabînkirina lêçûnên bingehîn ên wekî xanî û xwarinê têr nakin. Bêyî ku lêçûnên perwerda zarokan an yên tenduristiyê bên hesibandin.
Cihên zarokan ên biçûk bi mûçeyên giran e
Ev krîz jinan neçar dike ku biryarên dijwar bidin. Mînak, ji bo dayîkên ku neçar in zarokên xwe yên biçûk bişînin hêlînan, lêçûna hêlînên taybet ên zarokan pir caran beşek mezin ji dahata wan a kêm dixwe. Di gelek rewşan de, lêçûnên lênêrîna zarokan ji tevahiya dahata mehane ya jineke serokmalbat ku di sektora nefermî de mûçeya herî kêm an kêmtir distîne derbas dibe. Ev zexta aborî bi awayekî pratîkî wan neçar dike ku dev ji karê xwe berdin û vegere malê; ku ev bi xwe jî dibe sedema duqatkirina xizaniya malbatê. Ji ber vê yekê, nebûna binesaziya xizmeta erzan, wekî hêlînên giştî yên bikalîte, bûye astengiyeke mezin li ber karê jinan.
Cudakariya zayendî
Di bazara kar a Îranê de, tevî hebûna qanûn û pîvanên navneteweyî yên derbarê mûçeyên wekhev ji bo karê wekhev de, jin bi cudakariya mûçeyan re jî rûbirû dimînin. Ev cudakarî di sektora taybet û karên nefermî de dijwartir e. Kardêrên ku bi nêrîna kevneşopî tevgeriyan ku mêr debarvanên sereke ne û berpirsyariya wan a mezintir heye, pêşîniyê didin wergirtin û dayîna mûçeyên bilindtir ji mêran re û jinan wekî hêza karkerî ya erzan dibînin. Ev nêrîn, her çend bi eşkere di yasayan de nehatibe diyarkirin jî, wekî cureyekî cudakariya veşartî li cihê kar tevdigere. Di encamê de jin ji bo karên wekhev mûçeyên kêmtir distînin.
Kardêr ji mecbûriyetên wekî betlaneya dayîktiyê ditirsin
Wekî din, krîzên aborî û daketina bazarê ewlehiya karê jinan ji ya mêran bêtir dike xetereyê. Di dema ji kar derxistinê de, jin nemaze dayîk pir caran di nav kesên pêşîn de ne ku ji kar tên dûrxistin. Kardêr ji mecbûriyetên wekî betlaneya dayîktiyê ditirsin (her çend bi yasayî mafê wan be jî), an ji hewcedariya nermbûna demjimêrên xebatê ji ber berpirsyariyên malbatî. Ev yek ewlehiya karê jinan têk dide û wan bi berdewamî di bin tirs û fikarên windakirina çavkaniya dahatê de dihêle. Ev jî ji bo jinên serokmalbat gefeke rasterast e li ser domandina malbatê.
Jinên Îranî bi nêrîneke cûda nêzîkî kar dibin
Li gel vê meyla xemgîn, her çend cîhana sîberî û aboriya dîjîtal ji bo jinan derfetên dahatê yên bi nermbûn û azadiya cih û demê afirandin e. Mîna karsaziya li malê û qezenckirina serhêl, ev platform jî bi pirsgirêkên wekî fîlterkirin, guherînên aborî û nebûna parastina qanûnî re rûbirû ne. Bi tenê nikarin cihê bazareke kar a fermî, dadperwer û piştgir bigirin. Dînamîkên dawî yên di bazara kar de nîşan didin ku jinên Îranî, nemaze nifşên ciwan, bi nêrîneke cûda nêzîkî kar dibin; wê wekî beşeke nasname, serxwebûna kesane û prestîja xwe ya civakî dibînin û hewl didin ku wê bi dest bixin.
Ji bo pêşeroja aborî û civakî ya Îranê jî pêdiviyeke neteweyî
Di encamê de, analîza karê jinan li Îranê çîroka têkoşîneke berdewam e di navbera şiyanên zêde û sînorkirinên giran de, ku di bin zexta krîzên aborî de dijwartir bûye. Ji bo derbaskirina vê yekê, reformên di qanûnên kar û sivîl de, veberhênana dewletê di binesaziya xizmetê de, têkoşîna li dijî newekheviya mûçeyan û afirandina çandeke kar ku zayendparêz nebe, ne tenê ji bo jinan bi fêde ye. Di heman demê de ji bo pêşeroja aborî û civakî ya Îranê jî pêdiviyeke neteweyî ye. Jinên serokmalbat ku yek ji komên herî lawaz in, hewceyî piştgiriyeke armanckirî û taybetî ne da ku bikaribin barê dabînkirina malbatên xwe bi hişekî aramtir û mafên dadmendtir hilgirin. Pêşveçûna domdar a aboriya Îranê, nemaze di şert û mercên krîtîk ên îroyîn de, bêyî beşdariya çalak, wekhev û dadperwer a nîvê nifûsê nayê bidestxistin. Astengiyên giran ên aborî yên heyî ku xwedî encamên wêranker in dê her ku diçe bandorê li şert û mercên jiyana jinan bi taybetî bikin.