Rayedarên Îranê bi girtina mamosteyan hewl didin pêşî li xwepêşandanan bigrin
Hêzên ewlekarî yên Îranê bi girtina bi dehan mamosteyan li bajarên curbecur ên weke Tehran, Ehwas, Şîraz, Îlam, Şûştir, Fesa, Qezwîn, Senendec û bajarên din ên Îranê û bajarê Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandanên li dijî rejîmê tepeser dikin.

Navenda Nûçeyan – Piştî banga Encûmena Hevahengiyê ji bo lidarxistina kombûneke nerazîbûnê li seranserê Îranê, ji bo şermezarkirina tepeserkirina berdewam û sîstematîk a li ser mamoste û çalakvanên sendîkayan û daxwaza azadkirina mamostayên girtî, mamoste û xanenişînan çalakiyên nerazîbûnê li seranserî Îranê li dar xistin. Hêzên ewlehiyê yên Îranê kampanyaya girtinê li dijî beşdarên xwepêşandêran dan destpêkirin.
Bi dehan mamoste hatibûn girtin
Li gorî daxuyaniya Encûmena Hevahengiya Sendîkaya Mamosteyan, hêzên ewlehiyê li bajarên cuda yên Îranê, piştî xwepêşandanên nerazîbûnê, zêdetirî sed mamoste girtine, li Şîrazê 60 mamoste, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê nêzî 30 mamoste, li Qezwînê 10 mamoste û Reşt 6 mamoste û li Xumeynî Şehr 3 mamoste hatin girtin.
Ji 30'ê Nîsana borî ve heta niha herî kêm 18 mamoste hatine girtin her wiha gelek mamoste li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin, di nav wan de endama Desteya Rêveber a Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê Rîda Moradî jî heye. Moradî di sala 2019'an de li ber deriyê mala xwe hatibû girtin û 20 çalakvanên sendîkayan li bajarên Senendec û Dîwan Dera û Seqiz hatin girtin.
Encûmena Hevahengiya Sendîkaya Mamosteyan piştrast kir ku desthilatdar li şûna ku dengê hêrsa xelkê xwepêşandêr bibihîzin, bi tundiyê rûbirûyê wan dibin.