Rapor li ser rêjeya jêhatîbûna xwendekarên Mexribê
Li gorî raporek li ser jêhatîbûna xwendekarên Mexribê, hat diyar kirin rêjeya xwendekarên jêhatî ji sedî 64 derbas nabe.
Mexrib - Di raporek a di 9'ê Sibatê de ji aliyê Encumena Bilin a Perwerde, Fêrkirin û Lêkolînên Zanistî ya Mexribê de hat diyar kirin ku rêjeya xwendekarên jêhatî ji sedî 64 derbas nabe û ji sedî 49 in. Xwendekarên herî kêm salek xwendina xwe dubare kirine ji ber sûd ji dubarekirinê wernegirtine û jêhatîyên mîna xwendekarên ku sal bi sal xwendina xwe berdewam kirine bi dest nexistine.
Di raporê de hat destnîşankirin ku rêjeya herî zêde ya dubarekirinê di nav xwendekarên perwerdehiya giştî de ji sedî 51, di perwerdehiya taybet de ji sedî 22 hatiye tomarkirin. Heman çavkaniyê diyar kir ku rêjeya xwendekarên ji dubarebûnê sud girtine ji sedî 58 xwendekarên kur û ji sedî 39 xwendekarên keç in. Her wiha hat diyar kirin ku ji sedî 73'ê ji xwendekaran xwedan jêhatîbûna hindiktirîn a dana fêmkirin a metnên nivîskî ne.