Navenda Nûçeyan – Li navçeya Kifrî ya girêdayî herêma Germiyan, ji bo 35’emîn salvegera qonaxa sêyemîn ya Enfalê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Merasîm bi yek deqe rêzgirtinê destpê kir, piştre peyam hatin xwendin. Her wiha banga xizmetkirina ji bo herêmê hate kirin û hate xwestin tezmînata qurbaniyên enfalê were dayîn.
Her sal 8’ê Nîsanê de niştecihên Kifrî bi destpêkirina qonaxa sêyemîn a Enfalê re, qurbaniyên Enfalê bi çalakiyên cûda bi bîrtînin.



1 / 3




