Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), der barê agirbestê de daxuyaniyek li ser malpera xwe weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em radigihînin ku hêzên me pabendî peymana agirbestê ya bi rêveberiya Şamê re hatiye lihevkirin in. Em diyar dikin ku ger di siberojê de êriş li dijî hêzên me neyên kirin, em ê tu çalakiyên leşkerî nekin.
Em destnîşan dikin ku em ji rêveçûnên siyasî, çareseriyên bi rêya diyalogan re amade ne. Em amade ne peymana 18ˊê Çileyê ku dikeve xizmetî aramiyê pêk bînin."




