'Qeyrana avê li Tûnisê bû mijara sereke ya çalakiyên jîngehê'
Tûnisê, di 6 mehên ewil a sala 2025’an de ji ber bilindbûna germahiyê û kûrbûna qeyranên jîngehê, şahidiya pêlek mezin a xwepêşandanên gel kir. Di van xwepêşandanan de daxwaza sereke xwegihandina ava vexwarinê ya paqij bû.

NAZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnîs – Li gorî rapora ji aliyê Foruma Mafên Jîngehê ya Tunisê ve hat weşandin, sedema bingehîn a xwepêşandanên ku li seranserê welat pêkhatin û li zêdetirî 20 parêzgehan cuda belav bûn, daxwaza xwegihandina ava vexwarinê ya paqij bû.
Li Tûnisê, di 6 mehên ewil a sala 2025’an de, bi taybetî ji ber qeyrana avê di xwepêşandanên jîngehê de zêdebûnek girîng hat dîtin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Departmana Edaleta Jîngehê ya Foruma Mafên Jîngeh û Civakî ve hate kirin de, hate ragihandin ku daxwaza xwegihandina ava vexwarinê ya paqîj bû xala serekê ya xwepêşandanan û hate diyar kirin ku îsal 135 xwepêşandan hatine tomar kirin û ji wan 120 xwepêşandan li dijî zêdebûna qutbûna avê ya zêdetirê 20 parêzgehan pêkhat.
Ji Depatmena Edaleta Jîngeh û Avhewayê Beya Harbawî, ragihand rapora têkildarî xwepêşandanên jîngehê yên aydê 6 mehên ewil ên sala 2025’an ya ji aliyê forûmê ve hatiye weşandin, li gorî daneyên Çavdêriya Civakî ya Tûnisê ya girêdayî Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê hatiye amedekirin.
Beya Harbawî got: “Di raporê de hate destnîşan kir ku di 6 mehên ewil a sala 2025’an de 280 xwepêşandanên jîngehê hatine lidarxistin û ev yek ji sedî 10’ê tevahî 2 hezar û 744 tevgerên civakî pêk îne. Di raporê de hate diyar kirin ku di 6 mehên ewil a sala 2024’an de jî 2 hezar û 259 tevgerên civakî pêkhatine.”
Beya Harbawî destnîşan kir ku li gorî raporê, xwepêşandanên jîngehê di sê aliyên serekê de pêkhatine û wiha domand: “Ji bo mafê ava vexwarinê 135 xwepêşandan pêkhat, sektora çandiniyê û daxwaza tezmînat û baştirkirina şert û mercên xebatê dikin û xwepêşandanên li dijî qutbûnên ava avdanê jî di nav de 89 xwepêşandan hatin li dar xistin. Her wiha ji bo mafê jîngehekî tendurist û bi taybetî li parêzgeha Gabesê xwepêşandanên li dijî bermahiyan, kanalîzasyonê û qirêjiya pîşesaziyê jî di nava de 56 xwepêşandan hatin li dar xistin.”
Pirsgirêkên avêtina bermayiyan û qutbûna avê
Beya Harbawî ya agahî da ku ji aliyê erdnîgarî ve, xwepêşandan herî zêde bi rêjeya ji sedî 24 li parêzgeha Kairouan pêkhatiye wiha berdewam kir: “Di heman demê li parêzgehên Gafsa û Nabeul jî bi rêjekî zêde xwepêşandan hatin li dar xistin. Ev xwepêşandan, di mehên havînê de û bi taybetî jî di meha Hezîranê de bi bilindbûna pileya germahiyê gihîştin lûtkeyê. Di meha Hezîranê de 109 xwepêşandan hatin tomar kirin. Di vê heyamê de, pirsgirêkên avêtina bermayiyan û qutbûna avê ya dubare hemwelatiyan zêdetir xist nava tevgerê.”
Beya Harbawî anî ziman ku li gorî raporê, ji sedî 39’ê xwepêşandanan li qadê û ji sedî 61’ê xwepêşandanan jî li platformên dîjîtal pêkhatine û di vê heyamê de çalakiyên mîna bangên li ser medyaya dîjîtal, çalakiyên li ber wezaretan û çalakiyên girtina rêyan hatin li dar xistin.
Beya Harbawî destnîşan kir ku di rapora Departmana Edaletê ya Jîngehê de, cih girtiye ku di nava van xwepêşandan bangên bêhêvî yên gel û bi taybetî jî cotkar û masîgiran ên li dijî qeyrana av û qirêjiyê jî cihgirt. Beya Harbawî daxwaz kir ku hikûmet ji bo qeyrana avê û qirêjiya jîngehê çareseriyên mayînde bibîne.