Qatîlê 2 jinên li Stenblê hatîn kuştin nediyare

Di nava çend saetan de li Stenbolê 2 jinên bi navê Nebahat Kûrt û Rabîa Tanrivermiş hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Başakşehîr a bajarê Stenbolê yê Tirkiyê Nebahat Kûrt li mala xwe kuştî hat dîtin. Cenazeyê Nebahat rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û hat hînbûn ku bi çekê hatiye kuştin. Serçawişê teqawît Emrûllah Kûrt ê ku Nebahat Kûrt pê re zewicî bû, ji cihê bûyerê reviya.
Li navçeya Sûltanbeyliyê ya heman bajarî jî şevêdinê Rabîa Tanrivermiş ji şaneşîna mala xwe kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Ketina Rabîayê jî bigumane û nayê zanîn çawan ketiye.