Navenda Nûçeyan- Amîrê Emniyetê Henîfî Zengîn ku der barê wî de bi giliya gefxwarinê lêpirsîn hat destpêkirin û ji ber tacîzê jî serlêdana sûc hat kirin, bi peywira nû hat ‘xelatkirin.’ Henîfî Zengîn ji Alîkariya Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê, bû Mudurê Emniyetê yê Navçeya Başakşehîrê.
Henîfî Zengîn dema ku di tayînkirina 1'ê Hezîranê de Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Stenbolê bû, bû Alîkarê Midûrê Emniyeta Parêzgehê.
Der barê Henîfî Zengîn ê ku ji ber gefxwarin, tundî û tacîza li dijî rojnamegeran gelek serlêdanên sûc hatibû kirin, tevî ku hat îsbatkirin di xwepêşandanekê de îstîsmar li jineke kiriye jî nehat darizandin.
Şêwirmenda parlamenterê Partiya Kedê Îskender Bayhan ê di çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya borî de hat binçavkirin Ekînsu Daniş diyar kir ku ji aliyê Hanîfî Zengîn ve rastî tundiya fîzîkî û devkî hatiye.




