Platforma Li Dijî Dagirkeriyê êrîşên dewleta tirk a li Zaxo şermezar kir

Bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk pilatforma dijî dagirkeriyê bi daxuyaniya çapemeniyê nerazîbûn li ber nofîsa Silêmanî ya parlementoya Îraqê da.

Silêmanî - Di saet 11’ê beriya nîvro îro pilatforma li dijî dagirkeriyê bi mebesta şermezarkirina dagirkerî û êrîşên dewleta tirk a li ser xaka herêma Kurdistanê bi daxuyaniya çapemeniyê nerazîbûna xwe nîşan da û da diyarkirin ku di demek ku delweta Tirk 20’ê vê mehê gundê Perxê yê girêdayî Zaxo topbaran kiriye û ji ber van êrîşan neh kesan jiyana xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne.

Nunerê Eniya Platforma Li Dijî Dagirkeriyê daxuyanî xwend û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk li ber çavê hemûyan bi sebeb cihê geştiyariya Perexê li Zaxo topbaran dike û ji ber vê êrîşê 9 hemweltî şehîd bûn û 29 kesên din jî birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarokin, ji ber ev rejîme guh nade yên ku dibin qûrbanî kîne.”

“Hikumeta herêma Kurdistanê berpirs e”

Endama Tevgera Komeleya Azadiya Kurdistanê Ronak Mexcîd da zanîn ku îro li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê li Zaxo em kombûne û wiha got: “Divê ev rastî were zanîn ku dewleta tirk bi hevkariya hikumeta herêma Kurdistanê û PDK’e serokatiya wê dike ku were nava xaka herêma Kurdistanê û bi firehiya 30 kilometre û zêdeyî 300 kilometre bi dirun êrîşan dikin ji bo berjewendiyê xwe û binemala Barzan ya ku desthilat e. Rojane êrîşên dewleta tirk berdewam e û hemwelatiyên sivil dibin qûrbanî. Ji ber vê yekê hikumeta herêma Kurdistanê bi saya dewleta biyanî hemwelatiyên xwe naparêzin. Lê belê vê carê hikumeta Îraqê dengê xwe derxist û li gelê xwe xwedî derket.”

Endamê Encûmena Îraqê Soran Emer axivî û got: “Ji desan 40’ê xaka Dihok di bin desthilatdariya dewleta tirk de ye û nêzî 30 baregehên leşekerî li herêma Kurdistanê hene. Vê carê hemwelatiyên Ereb yê Îraqê bûn qûrbanî û helwestên Îraqê dijwartir bû, ev jî dide diyarkirin ku hikumeta herêma Kurdistanê ji xwîna hemwelatiyan berpirse. Di Tebaxa sala 2015’an de li gora raporta rêxistin C.P.T 138 hemwelatiyên sivîl yên herêma Kuurdistanê ji ber bombarana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane. Lê belê hikumeta herêmê tû helwest nîşan neda.”