Navenda Nûçeyan – Platforma ‘Şiyar Be Riha’ ku ev demek e li Rihayê bi armanca têkoşîna li dijî tiryak û fihûşê çalak e, bi daxuyaniyekê avabûna xwe bi awayek fermî ragihand. Di daxuyaniya ku li navenda giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) hat lidarxistin de, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl ên herêmî û gelek partiyên siyasî amade bûn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevberdevka Platforma ‘Şiyar Be Riha’ Zuhal Parlak ve hat xwendin.
‘Tiryak polîtîkayên şerê taybet in’
Zuhal Parlak diyar kir ku temenê bikaranîna madeyên hişbir li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj biçûktir dibe û got: “Ew rastiya ku zarok di temenek ewqas biçûk de dikarin bighîjin madeyên hişbir, polîtîkayeke şerê taybet e. Ev rewş pêwîst dike ku saziyên berpirsiyar ji parastina zarokan, her wiha polîtîkayên civakî, pergala perwerdeyê û mekanîzmayên çavdêriyê bi awayekî cidî bên lêpirsînkirin û nirxandin. Divê madeyên hişbir ligel destavêtin, fihûş û hewldanên çeteyî yên ku pê re tên, wek formeke polîtîkaya şerê taybet bên fêmkirin. Zarok çawa dikarin bighîjin madeyên hişbir? Rêxistinên ku li pişt vê bazirganiyê ne, çawa dikarin çalak bin? Gelo ji bo têkoşîna li dijî torên sûc ên ku dest di avêjin zarokan, bi kar tînin û manîpule dikin, hewldaneke têrker heye? Ya girîngtir jî divê têkiliyên di navbera bazirganiya madeyên hişbir û destavêtina zayendî ya zarokan de di nav de tevlîkirina bi zorê ya wan di fihûşê de û kişandina wan ji bo nava torên sûc yên curbecur bi awayekî berfireh bên lêkolînkirin.”
‘Divê sazi ji bo parastina zarokan berpirsyariya hevpar bigirin ser xwe’
Zuhal Parlak, bi gotina ku li Rihayê divê polîtîkayên bi bandor li dijî fihûş û bikaranîna madeyên hişbir bên pêkanîn û wiha got: “Li Rihayê ku nifûseke ciwan a zêde lê heye, faktorên wek xizanî, bêkarî, newekheviya derfetan di perwerdeyê de, karkeriya zarokan, kêmbûna derfetên civakî û dûrxistina ji civakê, xeteriya ku zarok pê re rûbirû dimînin zêde dikin. Divê gihîştina perwerdeya bi kalîte, çalakiyên civakî û çandî, tesîsên werzişî û xizmetên piştgiriya psîkososyal bên xurtkirin. Ev yek bi taybet ji bo zarokên ku li taxên kêmderfet dijîn girîng e. Kêmbûna qadên giştî yên ku zarok dikarin demên xwe yên derveyî dibistanê bi awayekî ewle û watedar derbas bikin jî pirsgirêkeke girîng e. Her çend divê çalakiyên werzişê, hunerî, çandî û civakî li her taxê berdest bin jî gelek zarok ji ber xizanî û nebûna çavkaniyan nikarin ji van derfetan sûdê werbigirin. Ji bo parastina zarokan li Rihayê; şaredarî, saziyên perwerdeyê, rêxistinên tenduristiyê, yekîneyên xizmetên civakî û hemû saziyên din ên giştî yên têkildar divê berpirsyariyeke hevpar bigirin ser xwe.”
Daxwazên Platformê
Zuhal Parlak, li ser navê Platforma ‘Şiyar Be Riha’ axivî û daxwazên xwe wiha rêz kirin:
* Eşkerekirina rêxistin û torên darayî yên ku di pişt bazirganiya madeyên hişbir de ne, her wiha eşkerekirina wan pêkhateyên ku dest di avêje zarokan,
* Sînorkirina gihîştina hin platformên medyaya dijîtal,
* Kontrolkirina birêkûpêk a avahiyên hatine terikandin, park, tunel rê û derdora goristanan,
* Zêdekirina xizmetên civakî, piştgiriya derûnî û tedbîrên parastinê ji bo zarokên li taxên bi xeteriya bilind li Rihayê,
* Berfirehkirina qadên giştî yên ku ciwan dikarin tê de bi werziş, huner, çand û jiyana civakî re mijûl bibin,
* Gihîştina xizmetên dermankirin û rehabîlîtasyonê ji bo kesên ku bi pirsgirêka hînbûnê re têdikoşin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.




