Piştî xwepêşandanên li dijî darvekirinan herî kêm 100 kes hatin gazîkirin
Nêzî 100 Hunermend, lîstikvanên fîlm û televîzyonê, çalakvanên sivîl û kesayetiyên din ên navdar ku darvekirinan protesto dikirin jî di nav de ji bo îfade bidin bangî 20 lîstikvanan hat gazîkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin di rojên dawî de, nêzî 100 kesayetiyên navdar ên ku li dijî pêla darvekirinê ya dawî, bi taybetî darvekirina li ber çavan a xwepêşanderan li Îsfahanê, nerazîbûn nîşan dabûn, ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve bangî wan hat kirin. Li gorî raporê di nav kesên ku hatine gazîkirin de bi dehan hunermend û çêkerên fîlman hene û zêdetirî 20 ji wan lîstikvanên fîlm û televîzyonê yên navdar in.
Rapor tekez dike ku pêla gazîkirinê piştî hejmareke mezin ji hunermend, çêkerên fîlman, çalakvanên sivîl û kesayetên din ên navdar, bi berteka li hemberî darvekirina xwepêşanderan û bi taybetî cezayên darvekirinê li Îsfahanê, dest pê kiriye.
Di demeke ku Dozgeriya Tehranê berê daxuyaniyek belav kiribû, gef li xwepêşanderan xwaribû ku dê bi darvekirinê werin cezakirin û ragihandibû ku dozên qanûnî li dijî hejmarek xwepêşanderan hatine vekirin.
Rapora hatiye weşandin nîşan dide ku çarçoveya hevdîtinên ewlehî û dadwerî ji ya ku heta niha bi fermî hatiye ragihandin pir firehtir e û nêzî 100 kes di vî warî de ji aliyê saziyên ewlehî yan rayedarên dadwerî ve bangî wan hatiye kirin.
Navên kesên ku bangê wan hatiye kirin heta niha nehatine eşkerekirin lê dezgehên medyayê yên ku raporê belav dikin piştrast kirine ku navên kesên bangî wan hatiye kirin li gel wan hene û ger hewce bike dê biweşînin.