Piştî xebata çar salan projeya bihêzkirina çandiniyê ya jinên ciwan bi serkeftî bi dawî bû

Projeya serkeftinê ya çar salan a bi armanca bihêzkirina jinên ciwan ên peyanerên di qada çandiniyê de xebatên xwe da meşandin, bi awayekê serkeftî bidawî bû.

Xeza – Navenda Çalakiya Rabûnê ya Ma’an, di çarçoveya projeya bihêzkirina peyanerên jin ên Filistinî piştî xebata xwe ya çar salan a li Tulkarm, Nablus, Cenîn, Eriha, Urdun û Xezayê, projeya xwe ya demdirêj a di qada çandiniyê de bi awayekê serkeftî bi dawî kir. 

Navenda Çalakiya Rabûnê ya Ma’an di pîrozbahiya ku ji bo bidawîkirina projeya bi serfektî lidar xist de bal lê kişand ku armanca projeyê di warê çandiniyê de bihêzkirina jinên ciwan ên peyanerên Filistînî, di warê peyanerî û pêşengtiyê de zêdekirina derfetên xwe gihandina agahiyan e.

Di pîrozbahiyê de serkeftinên herî girîng hat pêşkeşkirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya projeyê de bi hevkariya ji 30 zêdeir sazî û 10 zaningehan 348 mamoste di xebatê de cih girtine û 110 mamosteyên bingehîn ên projeyê di navbera 19-29 salî de perwerde dane hezar û 500 jinên ciwan û di navbera 15-18 salî de di warê rêveberî, peyanerî û jêhatîbûnên jiyanî de perwerde dane 4 hezar û 800 ciwanan.

Navenda Çalakiya Rabûnê ya Ma’an piştrast kir ku ji bo piştgirî dayîna avakirina projeyên peyaneran 170 hîbe hatine pêkanîn û li Şerîaya Rojava û Xezayê hîbeya meslekî bi hevkariya zaningeh û enstîtuyên teknîkî hatiye dayîn.

Pîrozbahî bi pêşkeşkirina rêzeçîrokên serkeftinê û pêşandana berhemên vê projeyê bidawî bû.

Ev proje bi piştgirîdayîna Hikûmeta Kanada û ji aliyê Navenda Çalakiya Rabûnê ya Ma’an, Alîkariya Çandinî û Zarokan Rizgar Bikin ve hat pêkanîn.