Piştî rakirina mafê kurtajê, xeterî heye ku ev yek bibe sedema girtina jinan
Piştî ku Dadgeha Bilind a Amerîkayê mafê kurtajê betal kir, eyaleta New Yorkê qanûnek derxist ku mafê jinan yê kurtajê xist destûra xwe de.
Navenda Nûçeyan – Di pêngaveke ku dê zêdetir parastina qanûnî bide mafê kurtajê, piştî ku Dadgeha Bilind a Amerîkayê mafê kurtajê betal kir, eyaleta New Yorkê qanûnek derxist ku mafê jinan yê kurtajê di destûra wê de cih digre.
Piştî ku di 1’ê Tirmehê de eyaleta New Yorkê vê guhartina zagonî pêjirand, Dadgeha Bilind a DYE li hemberî guhartina biryarên li ser mafê kûrtajê ya li tevahiya welat bû sedema bertekan, bertek nîşan da.
Biden biryara dadgehê weke “tundrew” penase kir
Serokê Amerîka Joe Biden careke din êrîşî Dadgeha Bilind a Amerîka piştî biryayara wê ya rakirina mafê kurtajê kir û ew wek "tundrew" wesif kir û tekez kir ku ev biryar dê bandorê ne tenê li jinan bike, dê bandorê li mêran jî bike.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joe Biden, di civînek virtual de li ser mafên kurtajê bi parêzgarên eyaletên Demokrat re, pêşbînî kir ku hin eyaletên Dewletên Yekbûyî hewil didin jinên ku ji sînorên van dewletan derbas dibin û li eyaletên ku kurtaj hîn jî qanûnî ye, piştî biryara Dadgeha Bilind, bigirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joe Biden di civînê de diyar kir ku dadgeh dixwaze Amerîka paş de vegerîne û mafan kêm bike, her wiha bal kişand ser vê yekê ku niha dengên Demokratan di Senatoyê de nemane, lê wî hêvî kir ku ev rewş piştî hilbijartinên salane yên ku wê di Mijdara bê de bên lidarxistin, biguhere.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joe Biden tekez kir ku hikûmeta federal dê kar bike ji bo parastina jinên ku hewce ne ku sînorên eyaletan derbas bikin da ku kurtaj bikin.
New Mexico ji bo cezakirina jinan wê hevkariyê neke
Waliyê New Mexico Michelle Logan Grisham di civînê de got ku eyaleta wê bi ti hewldanên şopandina jinan re ji bo cezakirina wan hevkariyê nake.