Piştî pîrozbahiya newrozê êrîşa polîsan: 259 hatin binçavkirin

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbol û Mêrdînê duh bi dawî bû, polîsan êrîşî girseya belavbûyî kir û 259 kes binçav kirin.

Navenda Nûçeyan – Duh Newroz li 23 bajarên Kurdistan û Tirkiyê bi beşdariya sed hezaran hat pîrozkirin. Piştî pîrozbahiyên li hin bajaran polîsan bi hinceta "sloganên derqanûnî" hatin qîrîn, mudaxale kir. Li Qada Yenîkapiya Stenbolê ya ku bi dirûşma "Her roj Newroz, her dem azad" û "Bi agirê Newrozê re ber bi azadî" bi sed hezaran beşdar bûn û polîsan mudaxaleyî girseya ku belav dibû kir.

Li Stenbolê 224 kes hatin binçavkirin

Polîsan bi hinceta dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" û " Bijî berxwedana zindanan" xwestin binçav bikin, dema ku girse bertek nîşanî polîsan dan  li ser vê yekê polîsan êrîşî girseyê kir û bi sedan kes bi îşkenceyê binçav kirin.

Hate hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de zarokek astengdar û parêzer jî hene. Li gor agahiyan  kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Midûriyeta Polîsan a Navçeya Fatîhê ya li ser Kolana Vatanê. Li aliyê din Walîtiya Stenbolê diyar kir ku 224 kes hatine binçavkirin.

Li Qoserê 35 kes hatin binçavkirin

Li aliyek din jî  encama êrîşa polîsan li dijî girseya gel a piştî pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat lidarxistin de 35 kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku di nav kesên hatin binçavkirin de zarok jî hene, kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Qoserê.

Hate hînbûn ku di dema binçavkirinê de ciwan rastî lêdanê hatine, di dîmenên ku welatiyan bi telefonên destan kişandine de jî tundiya polîsan derket holê.