Pirtûka ‘Cergê Giyan’ hat nasandin

Li bajarê Silêmanî di çarçoveya çalakiyên Rêxistina CDO de, bi amadebûna nivîskar û rewşenbîrên bajar, bi merasîmekê pirtûka ‘Cergê Giyan’ ku ji aliyê nivîskar Şox Cenab Remzî ku bi navê Heybe Feysel tê nasîn ve hat nivîsîn, hat nasandin.

Silêmanî – Di êvara 7’ê Cotmehê de, li hola konferansa Rêxistina CDO li bajarê Silêmanî di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de, bi amadebûna beşek ji nivîskar û rewşenbîran, merasîmek ji bo nasandina pirtûka ‘Cergê Giyan’ bi nivîsa Şox Cenab Remzî wek Heybe Fesel tê nasîn hat nivîsîn hat lidarxistin. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Her wiha di dawiya merasîmê de pirtûk bi îmzeya nivîskar li mêvanan hat belavkirin.

‘Ez hêvî dikim ku wê xwendevan bi baldarî bixwînin’

Nivîskar Heybe Feysel ku xwedî pirtûka ‘Cergê Giyan’ e di destpêkê de beşek ji pirtûka xwe xwend û spasiya hemû kesên alîkarî dane kir û wiha got: “Pirtûka ‘Cergê giyan’ rojek e ku her roj kuçe û kolanên Silêmanî ronî dike ye. Ez di wê hêviyê de me were xwendin. Min pirtûk bi tîpên Kurdî nivîsand. Berga wê wêneyê ku di temenê zaroktî de min çêkiribû ye. Cergê Giyan li gorî xwendevanan tê guhertin. Ez di wê hêviyê de me xwendevan bi baldarî bixwînin.”

‘Ger jin xwendevanên baş bin neteweyek bi tendurist ava dibe’

Endezyar Şûnû Şêx Mehmûd Şêx Hefîd wiha behsa rola jinan ji bo rêvebirina civakê bi riya pirtûk û nivîsînê kir û got: “Rola jinan di her qadê de bi bandor e. Jin di civakê de xwedî rolên girîng in. Bi riya perwerde û pirtûkan bingehê ava dikin. Bê jinan rêveberiya civakê nabe. Jin di civakê de rola yekem a jiyanê ne. Niha beşek ji jinên me bi riya xwendin û nivîsînê hewldana pêşxistina civakê didin. Divê jin bi riya xwendina pirtûk û nivîsê ji bo bihêzkirina fikrên xwe hewl bidin. Ez di wê hêviyê de me ku jin zêdetir ji bo xwendin û nivîsînê hewl bidin da ku nifşên pêşerojê di civakek şiyar û bi tendurist de bijîn.”