Peyama TJA yê ya sala nû
TJA'yê di peyama xwe ya sala nû de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: " bi kevneşopiya berxwedanê ya Sakîne Cansiz û têkoşîna Garîbe Gezer em ê di rê de bin. Bi vê bawerî û îradeyê em sala nû li hemû gelên bindest û jinên bindest pîroz dikin û dixwazin ev sal bibe sala serkeftinê."
Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Azad (TJA) di peyama xwe ya sala nû de diyar kir ku hikûmet hewl didin destkeftiyên jinan tine bikin û destnîşan kir ku jin wê têkoşîna li dijî vê nêzîkatiya wan derxînin asta herî jor.
Daxuyaniyê wiha dom kir: "Îro em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku ev hemû nirx ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst a li ser esasê desthilatdariya zilam tê hedefgirtin û her tiştên baş û bedew ên civakê afirandiye tê xwestin bê tinekirin. Hikûmetên ku di bin navê 'pêşketinê' de modernîteya kapîtalîst weke tekane bijarde pêşkêşî gelan dikin, dixwazin kevneşopiya civakî ya 14 hezar salî ji bîr bikin. Bi qîrîna Înanna, bi baweriya Hz. Fatma, bi şîfaya sêrbazan, bi kevneşopiya berxwedanê ya Sakîne Cansiz û têkoşîna Garîbe Gezer em ê di rê de bin. Bi vê bawerî û îradeyê em sala nû li hemû gelên bindest û jinên bindest pîroz dikin û dixwazin ev sal bibe sala serkeftinê."