‘Peyama me ya 4’ê Nîsanê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Berdevka Rêxistina Kongra Star, Rihan Loqo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku peyama wan a 8’ê Adarê, Newrozê û niha jî ya 4’ê Nîsanê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gelê Kurd Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke rojbûna xwe û hebûna xwe pênase dike. Di vê rojê de gelê Kurd gelek çalakiyên cur be cur li dar dixe û ji bo Rêberê xwe daran diçîne. Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Berdevka Rêxistina Kongra Star, Rihan Loqo nêrîna xwe anî ziman.

‘Rêber Apo ji bo me mizgînî ye’

Rihan Loqo di serî de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî mirovahiyê û mirovên ku azadîxwaz in pîroz kir û wiha dest pê kir: “Di serî de em rojbûna Rêberê mirovahiyê, aştî û wekheviyê Rêber Apo pîroz dikin. Ev roj dayikbûna gelê Kurd û jinan e. Rojbûna Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî Rojhilata Navîn vejînek e. Ev yek jî bi Rêber Apo re eşkere bû, hatina Rêbertî ji bo me tevan mizgîniyek bû. Rêber Apo ji bo jiyana wekhev, demokratîk, bi edalet, ji bo gelekî ku bibe xwedî nasname û ji bo civaka ku rastî qirkirinê hatiye gelek kar û xebatên girîng meşand û civakek xwedî nasname ava kir. Dema em dibêjin 4’ê Nîsanê bi wate ye, em dizanin ku tevahî civakê di nava xwe de dihewîne. Rêbertî ji bo jin, zarok û ciwanan feraseta jiyana nû afirand.”

‘Rojbûna we pîroz be Rêberê min’

Rihan Loqo di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku peyama wan a 8’ê Adarê, Newrozê û niha jî ya 4’ê Nîsanê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Rêber Apo di sala 2024’an de jî di nava berxwedanek dîrokî de ye. Ji qada şoreşa jinan û li ser navê tevahî jinan ku dilê wan ji bo 4’ê Nîsanê lêdide, em silav û hezkirinên xwe ji berxwedana Îmraliyê re rê dikin û em dibêjin, rojbûna we pîroz be Rêberê min. Di 8’ê Adar û Newroza 2024’an de peyama me di pileya yekem de, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû ku peyama me ya 4’ê Nîsanê jî ew e. Me bi ruhê 8’ê Adarê dest pê kir û niha jî ruhê me yê 4’ê Nîsanê wê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo be. Wê tu dirûşm û daxwaz ji bilî azadiya fizîkî ya Rêber Apo, dernekeve pêş. Em ê her dem têkoşîn, berxwedan û rêxistinbûna xwe ava bikin, mezin bikin û bilind bikin da ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

‘Sûcê mirovî li hemberî Rêber Apo tê meşandin’

Rihan Loqo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Pergala konfederal û neteweya demokratîk a ku bi pêşengiya jinan di sedsala 21’emîn de tê avakirin, bi fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Îro tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aştî, wekhevî û edaletê bi hev re dijîn û pergalek nimûne ji cîhanê re nîşan didin. Pergala Rêber Apo ku afirandiye, dijmin berovajî tecrîdê girantir dike. Her ku pergala me berfirehtir dibe û gel di nava aramiyê de bi hev re dijîn zextên li ser Rêber Apo girantir dikin. Ev 26 sal in Rêber Apo dîlgirtî ye û 3 sal in em tu agahî ji Rêbertî nagirin. Îro ne malbat, ne parêzer nikarin serdana miwekîlê xwe bikin û em tu agahî ji Rêbertî nagirin. Îro sûcek mirovî li dijî Rêbertî tê meşandin. qanûnek wisa li ser Rêbertî didin meşandin, di tu qanûnên cîhanî de tune ye. Ev ceza pergala desthilatdar xwe bi xwe ava dikin. Desthilatdar dixwaze bi van kiryaran îradeya gelê azadîxwaz bişkîne lê berovajî bi milyonan mirovan di qada Newrozê de peyama xwe dan û gotin bê Serok jiyan nabe.”

‘Yê ku ronahî da tarîtiya ku jin tê de bûn Rêber Apo bû’

Rihan Loqo da zanîn ku ew ê di 4’ê Nîsanê de ji warê şoreşa jinan, li qadan bin, ranewestin heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em tu azadiyê nabînin, heta Rêber Apo azad nebe. Bi Rêber Apo re jiyana konfederal, komînal, xwezayî, ji nû ve jiyanê armanc dikin em. Ên ku ronahî da tarîtiya jinan Rêber Apo bû. Bi Rêber Apo re em ê jiyana rast, demokratîk û wekhev bijîn. Ji bo bêdengiya tevahî cîhanê ji komploya navneteweyî re, em şermezar dikin. Ev bêdengî sûcek mezin e li hemberî nasname û azadiya gelan didin meşandin. 4’ê Nîsanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên ku bawerî bi fikir û felsefeya Rêber Apo anîne, ya wan e jî. Em hemû pêkhateyên ku li vir dijîn bi kelecanek mezin 4’ê Nîsanê pêşwazî dikin. Bi berxwedana Newrozê û 8’ê Adarê me bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” van rojan pêşwazî kir û em ê bi vê dirûşmê 4’ê Nîsanê jî pîroz bikin.”

 Rêxistina jinan ji bo 4’ê Nîsanê bernameyek têr û tije daye pêşiya xwe

Rihan Loqo piansaziya 4’ê Nîsanê ku weke Kongra Star wê pêk bînin eşkere kir û wiha bi dawî kir: “4’ê Nîsanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Kongra Star tê pêşwazîkirin, ji ber ev roj ji bo me jinan rojeke taybet e. Em ê kar û xebatê ji bo 4’ê Nîsanê bimeşînin. Wê li tax, gund, bajar, navçe û kantonan, semîner li ser rastiya Rêber Apo û komploya navneteweyî werin dayîn. Wê civînên girseyî ji gel re werin organîzekirin. Wê ji bo wê rojê sînevîzyon bên pêşandan. Li aliyek din jî dayikên ku li gel Rêber Apo mane û hevdîtin kirine, wê ji bo wê rojê şevbuhêrk werin lidarxistin. Her wiha Rêber Apo ji bo 4’ê Nîsanê dibêje ger hûn vê rojê dixwazin pîroz bikin, li her derê daran deynin, ev yek ji bo me tiştek pîroz e ku Rêber Apo wiha şîrove dike lewma komîteya me ya ekolojîk ku kampanyayê dabû destpêkirin dê daran biçîne. Ew komîte wê kampanyaya çandina daran bide destpêkirin, ji bo Rêber Apo. Roja 4’ê Nîsanê wê li tevahî bajaran pîrozbahiyên mezin werin lidarxistin û bi qasî temenê Rêber Apo wê kevokên aştiyê werin firandin. Me bernameyek têr û tijî weke rêxistina jinan daye pêşiya xwe.”